Wezaretê berpirsiyariya xwe ya di qirkirina daristanan a bi destê cendirme û cerdevanan de qebûl nekir 2025-08-09 09:03:39 ŞIRNEX – Wezîrê Karê Navxweyî Alî Yerlîkaya ku pirsa darên ji aliyên cerdevanan tên birîn hat pirsîn, got ku "ev ne peywira wî ye."  Qirkirina daran li çiyayên Gabar, Cûdî û Cilênimêjayê û herêmên Besta, Komatê û Qaşuranê yên Şirnexê zêdetirî 5 salan in di bin çavdêriya cendirmeyan de bi destê cerdevanan didome. Ev yek bû cihê bertekên mezin. Cihên dar lê tên birîn wekî "herêma ewlehiya taybet" hatin îlankirin. Tenê cerdevan û kesên alîkariya wan dikin dikarin biçin van cihan.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Ûysal Aslanê têkildarî mijarê bi daaxwaza ku Wezîrê Karê Navxweyî Alî Yerlîkaya bibersivîne pêşniyaznameyek berpêşî Meclisê kir.    Newroz Ûysal Aslanê di pêşniyaznameya xwe de pirsî ku dar ji aliyê kê ve tên birîn û kîjan yekîneyên dewletê bûne şirîkê vê qirkirinê. Newroz Ûysal Aslanê di pêşniyaznameya xwe de pirsî ku cihên dar lê tên birîn wekî qadên ewlehiya taybet hatine îlankirin an na û ev biryar ji aliyê kê ve û kengî hatine stendin. Di pêşniyaznameyê de hat pirsîn ku cendirme û cerdevan jî tevlî darbirînê dibin, çûna gel a herêmê tê astengkirin û ev qad berpêşî şîrketan tê kirin. Di pêşniyaznameyê de wiha hat gotin: "Gelo rast e ku cendirme yan jî cerdevan beşdarî darbirînê dibin? Deverên ku dar lê tên birîn herêma ewlehiya taybet in? Gelo îdiaya ku cihê ji bo gel hatine qedexekirin, ji bo şîrketan hatiye vekirin hatiye lêkolînkirin? Tê gotin ku darbirîn bi Wezareta Çandinî û Daristanê re bi awayekî koordînekirî tê kirin. Ev rast e? Di 10 salên dawî d eji bo rêya ewlehiyê, qereqol an jî çêkirina binkeyan çend serlêdanên ji bo darbirînê hatine kirin?"   Wezareta Karên Navxweyî, piştî 2 mehan bi hevokekê bersiva pêşniyaznameyê da. Wezaretê got: "Ev ne peywir û berpirsiyariya wezareta me ye."    Newroz Ûysal Aslanê ku bertek nîşanî bersiva wezaretê da, di 8'ê Tebaxê de serî li Serokatiya Meclisê da û xwest pêşniyaznameya wê careke din esas bê girtin.    MA / Zeynep Dûrgût