Wezaretê xebata 'propaganda û sîxûrtiyê' ya li dibistanan piştrast kir 2025-08-21 09:37:00   ŞIRNEX - Wezareta Perwerdehiyê ku deriyên xwe ji bo semînerên "Ciwan û Pêşerojeke Ewle" yên ku ji hêla Midûriyeta Polîsan ve di çarçoveya çalakiyên propaganda û sîxûriyê de tên lidarxistin vekir, ragihand ku wan bi vê projeyê re li Şirnexê xwe gihandiye 3 hezar û 977 xwendekaran.   Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ku nûçeya me ya der barê xebatên propaganda û sîxûrtiyê yên ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Şirnexê ve li Şirnex û navçeyên wê di bin navê "Ciwan û Pêşerojeke Ewle" tên kirin piştrast kir, ragihand ku bi vê xebata hevpar a bi midûriyeta polîsan re li Şirnexê xwe gihandine 3 hezar û 977 xwendekaran. Piştî nûçeya me Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Ûysal Aslanê bi daxwaza ku Wezareta Perwerdehiya Neteweyî bibersivîne pêşniyazpirsek berpêşî meclisê kir. Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ku pêşniyazpirsa Newroz Ûysal Aslanê ya di 21'ê Nîsanê de dabû, bersivand, xebata ku tevî Midûriyeta Polîsan a Şirnexê dike piştrast kir.    Wezaretê di bersiva xwe de diyar kir ku di çarçoveya "Xebatên Agahdarkirin û Pêşîgirtinê ya stûna herî girîng a pêşîgirtina têkoşîna li dijî terorê (BFK)" de, ji aliyê midûriyeta polîsan ve li gelek dibistanan civîn bi xwendekaran re hatiye kirin. Hat gotin ku xebat bi sedema "agadarkirina li dijî xebatên komên derqanûnî" di çaçroveya porjeya "Ciwan û Pêşerojeke Ewle" de hatiye kirin.    XWE GIHANDINE 3 HEZAR Û 977 XWENDEKARAN   Di bersivê de hat diyarkirin ku xebat tenê ne li navenda Şirnexê, li Cizîr, Hezex, Qileban, Basa û Elkê û bajarokên wan jî hatiye kirin û di vê çarçoveyê de midûriyeta polîsan semîner li dar xistine. Hat gotin ku li zêdetirî 40 dibistanan ev xebat hatiye kirin û xwe gihandine 3 hezar û 977 xwendekaran.    Newroz Ûysal Aslanê bilêv kir ku bersivên hatine dayîn xetereya rewşê dide der û got ku mafê perwerdehiyê fedayî polîtîkayên ewlehiyê hatiye kirin.    Newroz Ûysal Aslanê destnîşan kir ku di dema semîneran de rayedar û mamosteyên dibistanan hatine derxistin û polîsên ne xwedî formasyona pedagojîk semîner dane.    Newroz Ûysal Aslanê bilêv kir ku wezaretê di bersivên xwe de tenê meseleyê di çarçoveya "têkoşîna li dijî terorê" de asê kiriye û li dibistanên ku diviyabû cihên çanda aştî, fikra azad û nirxên demokratîk bin, polîtîkayên ewlehiyê hatine ferzkirin.    Newroz Ûysal Aslanê xwest demildest dest ji van pêkanînên şaş bê berdan û ji bo zarokan mufredateke aştiyane were çêkirin.    MA / Zeynep Durgut