Dayikên Aştiyê: Bila ji 7 salî heta 70 salî her kes beşdarî mitînga li Wanê bibe 2025-08-21 10:49:08   WAN - Dayikên Aştiyê, ji bo bilindkirina dengê aştiyê bang li her kesî kirin ku di roja şemiyê de tev li mitînga “Aştî û Civaka Demokratîk” a li Wanê bibin.   Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Demokrasiyê de dê li Wanê di 23’yê Tebaxê de mitîngekek mezin bê lidarxistin. Mitîng dê saet di 17.00'ê de li Parka Mûsa Anter bi dirûşma “Ne tecrîd lê azadî bi ser bikeve” bê lidarxistin. Mitîng bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tê lidarxistin.    Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên ku beşdarî xebata amedekariyên mitîngê bûn, bal kişandin ser girîngiya civakîbûna aştiyê û çalakiyên girseyî. Dayika Aştiyê Kewê Işik, diyar kir ku Kurd nûnerên aştiyê ne û ev tişt got: “Gelê Kurd êşên mezin dît. Zarokên xwe winda kirin, gundên wan hatin şewitandin, talankirin û hatin koçkirin. Me gelek zor û zehmetî dît. Her du aliyan jî êşên mezin kişand. Bila her kes di heman mercan de azad bijîn. Bila êdî di nava me de aştî pêk bê. Ev 50 sal in me aramî nedît hêvîdar im nifşên piştî me bibinin. Ev mitîng ji ber vê yekê girîng e. Ez hemû gelê me vedixwînim mitînga xwişk û biratiyê.”   ‘EM Ê BANGA RÊBERTIYÊ VALA DERNEXIN’   Hanîfe Koçê jî anî ziman ku rexmê hemû zilm û zordariyan gelê Kurd aştiyê dixwaze û got: “Bi şewata malan, gundan û bi îşkence, kuştin û bi girtinê ve tiştek bi dest nakeve. Xwezî me mirin û sirgûn nedîta. Ev 50 sal in em li Wanê dijîn, gundên me şewitandin, em sirgûn kirin ji ber vê yekê me warê xwe hişt. Hêvîdarim ku em ê di dawiya temenê xwe de jiyaneke azad, aştiyane û welateke demokratîk bibînin. Banga Rêbertiyê hemû cîhanê qebûl kir em ê vala dernexin. Mitînga ku partiya me li dar dixe mitînga aştiyê ye. Em vê Şemiyê hemû gelê Wanê vedixwînin mitîngê.”   ‘JI 7 SALÎ HETA 70 SALÎ BILA HER KES BEŞDARÎ MITÎNGÊ BIBE’   Medîne Kiyakê, destnîşan kir ku Tirkiye bi salan e di şer de ye û ji ber vê rewşê hem zirarê madî û hem jî yên manewî dîtiye û wiha axivî: “Me mal, gund, ajal û ya herî girîng me zarên xwe di vî şerî de winda kir. Gelek caran em hatin sirgûnkirin. Gundên me tevî ajalên me şewitandin. Me êşên mezin dît lê êdî bi şer ve kes nagihîje cihekî. Me bi hezaran berdêl da, em dixwazin ku bila êdî berdel neyê dayîn. Em di aştiyê de bi israr in bila ji 7 salî heta 70 salî her kes beşdarî mitîngê bibe.”   ‘TENÊ BI AŞTIYÊ VE EM DIKARIN ÊŞÊN XWE JI BÎR BIKIN’   Dayika Aştiyê Perîhan Aslanê jî got: “Me dev ji malbat û malên xwe ber da û ji gundên xwe hatin sirgûnkirin. Rexmê hemû êşan em di aştiyê de bi israr in. Ger aştiyeke çêbe, em dikarin zilm û zordariyên ku em jiyane ji bîr bikin. Em her kesê vedîxwînin mitînga aştiyê.”