Çalakiya 700'emîn a Rûniştina F: Azadî ji bo hemû girtiyên nexweş 2025-08-23 15:36:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya 700'emîn a RÛniştina F'yê de, banga azadiya hemû girtiyên nexweş hat kirin.    Çalakiyên heftane yên ji bo berdana girtiyên nexweş didome. Parêzvanên mafên mirovan, vê hefteyê li İzmir, Stenbol û Enqereyê bal kişandin er rewşa girtiyên nexweş.    ÎZMÎR   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, di daxuyaniya li ber Sumerbank a Konakê de, pankarta "Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemine, nebe şirîkê sûc" vekirin. Ji rêveberên Şaxa ÎHD'ê Mustafa Kizartici, anî ziman ku li girtîgehan rewşa 335 girtiyan giran e û ji van 230 jê nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin.    Kizartici bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Arzû Cansever a 39 salî ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ye. Kizartici got: "Di sala 2014'an de li Yozgatê, kesê pê re zewicandî bi tivingê bera nigê wê û milên wê daye. Arzû Cansever li nexweşxaneyê hatiye emeliyatkirin, lê nigên wê nehatine xelaskirin û ji çokê berjer hatine ampûtekirin. Nexweş di dîrokên cuda de li nexweşxaneyan hatiye dermankriin. Lê ji ber derba tivingê ji sedî 99 astengdar bûye. Di rapora hatiye dayîn de hatiye gotin ku divê 'sendelyeya bieku ya biteker bi kar bîne.' Raporên der barê tenduristiya wê de hatine pêşkêşkirin. Çendî eşkere ye ku nikare di girtîgehê de bimîne jî, rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' hatiye dayîn û daxwaza ji bo berdana wê hatiye redkirin. Nexweş bêyî piştgiriya kesên din nikare jiyana xwe bidomîne."    Kizartici xwest ku Arzû Cansever a ji sedî 99 astengdar e û nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne demildest bê berdan.     STENBOL   Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD a Stenbolê jî çalakiya vê hefteyê li ber avahiya komeleyê li dar xist. Di daxuyaniyê de banga berdana hemû girtiyên nexweş hat kirin.    Endama komisyonê Meral Nergîz Şahînê destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehan têdikoşin. Meral Nergîz Şahînê bilêv kir ku xebatên Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê didomin û got: "Em jî ji vir bang dikin. Em ji bo pirsgirêkên li girtîgehan çareseriyekê dixwazin."    Meral NErgîz Şahînê diyar kir ku li girtîgehan 335 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene û got ku divê astengiyên li ber dermankirina girtiyên nexweş bên rakirin û girtiyên nexweş bên berdan.     ENQERE   Înîsyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş jî di çalakiya 572'yemîn de li Kolana Sakaryayê kom bû. Di çalakiyê de îşaret bi rewşa girtiyê nexweş Abdullah Zorarslan ê di Girtîgeha Eregliyê de hat kirin.    Endamê Şaxa ÎHD a Enqereyê Kaan Gökçek da zanîn ku Zorarslan di girtîgehê de 4 caran emeiluat bûye û got ku ji ber emeliyatê ji sedî 85'ê roviyê wî yê zirav hatiye jêkirin.    Gökçek destnîşan kir ku nexweşiyên giran ê Zorarslan hene û nikare bi tena serê xwe di odeyeke wekî hucreyê de bimîne û xwest ku Zorarslan demildest bê berdan.