Ji sê girtiyên li Îranê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn agahî nayên girtin 2025-08-24 13:42:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku ji 3 girtiyên cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û ji Girtgîgeha Urmiyeyê sewqî Girtîgeha Giştî ya Sucanê hatine kirin, agahî nayên girtin.    Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh sê girtiyên siyasî yên bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin ên bi navên Pejman Sûltanî (30), Elî Soran Qasimî (28) û Rojgar Begzade (42) bi şêwazeke ne yasayî ji Girtîgeha Urmiyeyê sewqî Girtîgeha Giştî ya Sucanê hatine kirin.  Rêxistinê, destnîşan kir ku saziyên mafên mirovan vê hewldanê weke gefeke aşkera ya li diî parastina jiyana wan bi nav dikin.   Bi domdarî rêxistinê tekez kir ku veguhestina girtiyên siyasî ji Urmiyeyê binpêkirineke aşkera ya mafên mirovan e. Hate diyarkirin ku malbatên her sê girtiyên siyasî ji bo zelalkirina rewşa zarokên xwe serdana rayedarên dadwerî û ewlehiyê kirine lê heta niha tu bersiveke jê re nehatiye dayin.   Her sê girtiyên siyasî di dema Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibûn binçavkirin. Girtî, li Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê bêyî parêzerên wan hatin darizandin. Li her sê girtiyan bi îdiayên “Serhildana li dijî rejîmê”, “Avakirina komên li dijî hikûmetê”, “Peywendî û komployên li dijî ewlehiya netewî” û “Propagandaya li dijî dewletê” cezayê darvekirinê hat birîn.