Temellî: Bêyî hevdîtina bi Ocalan re komîsyon nikare pêş bikeve 2025-08-25 12:01:12 ENQERE -Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî muxatabê esasî yê meseleyê Abdullah Ocalan e û got: “Hewceye komîsyon teqez bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Bêyî hevdîtina bi Ocalan re komîsyon nikare pêş bikeve.” Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, li Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da. Temellî, di serî de bal kişand ser “hemwelatiya wekhev” û got ku divê firsenda ji bo “hemwelatiya wekhev” hatiye bidestxistin ji dest neçe. Temellî, bal kişand ser komîsyona li Meclisê û got: “Derfetên ku vê hiqûqê ava bike hene. Girîng e ku di vê mijarê de xebat bên kirin. Niha dema wê ye. Divê komîsyon cidî nêzî meseleyê bibe û êdî dema wê hatiye li ser meseleya esasî bisekine. Roleke wê ya girîng heye û divê gavên pêwîst biavêje.”    'HEWCEYE MISWEDEYAN AMADE BIKE’   Bi domdarî Temellî bal kişand ser şandeyên li komîsyonê lê hatiye guhdarîkirin û ev tişt anî ziman: “Ji axaftina birêz Nûman Kurtulmuş wisa fêm dikim ku dê heta nîva meha Îlonê jî li şandeyan were guhdarîkirin. Guhdarîkirina şandeyan girîng e. Lê karê esasî yê komîsyonê ev nîne. Dikariya ev yek bi rêya komîsyoneke jêr bikira. Karê wê yê esasî ew e ku sererastkirinên hiqûqî yên pêwîst amade bike û pêşkeş bike. Ji bo vê jî pêdivî bi xebateke baş heye.”    'TUNEHESIBANDINA KURDÎ ŞERMEKÎ MEZIN E’    Temellî, bertek nîşanî astengkirina axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê da û wiha pê de çû: “Ev, şermekî mezin e. Ev salên dirêj e Meclis vê eybê dike. Feraseteke Meclisê ya ku li Lijneya Giştî tehemûla du peyvên Kurdî nake heye. Li vî welatî 25 milyon Kurd dijîn. Sepanên bi vî rengî yên li dijî Kurdî eybekî mezin e. Divê dawiyê li vê eybê bînin. Di vê mijarê de em bang li serokê meclisê jî dikin ku ji eyba xwe vegerin. Peywira herî girîng a komîsyonê ew e ku di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de gavan biavêje. Çareseriya meseleya Kurd, meseleya demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiya civakî ye. Yek ji hêmayên herî girîng a vê meseleyê jî Kurdî ye. Lewma divê tavilê xwe ji gotinên nefretê yên li dijî Kurdî û cihêkariya li dijî Kurdî xelas bikin.”    'DIVÊ BI RÊKÛPÊK BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKIN’    Bi domdarî Temellî anî ziman ku ji bo komîsyon di xebatên xwe de pêş bikeve divê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û wiha axivî: “Muxatabê esasî yê meseleyê birêz Abdullah Ocalan e û divê komîsyon pê re hevdîtinê bike. Hewceye rê û rêbaza vê hevdîtinê tavilê bê dîtin. Mimkin nîne ku komîsyoneke bi Ocalan re hevdîtinê nake bikare pêş bikeve. Ev hevdîtin dê xebatên komîsyonê û çareserkirina pirsgirêkên din hêsantir bike. Divê hemû alî ji bo hevdîtinan berpirsyartiyê li xwe bigirin.”    'DIVÊ LI XEZEYÊ KORÎDORA ÎNSANÎ WERE VEKIRIN’    Temellî, bi domdarî bal kişand ser tiştên li Xezeyê diqewimin û got: “Qirkirina li wir didome. Li wir pirsgirêkeke cidî ya xurek û xelayê heye. Ji bo çaresiyereke însanî û siyasî berpirsyarî dikeve ser milê NY û welatên din. Ji bo vekirina korîdoreke însanî em ê tişta ji dest tê bikin. Li şûna propagandayê divê li ser çareseriyê bisekinin.”    'ÇARESERÎ DÊ JI BO ROJHILATA NAVÎN JÎ SÛDEWER BE’    Temellî, daxuyand ku çareseriya pirsgirêka Kurd dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî sûdewer be. Temellî, daxuyand ku di bingeha pirsgirêka li Xezeyê de neçareserkirina pirsgirêka gelên Kurd û Filistînî heye û got ku komîsyon divê bi vê berpirsyartiyê tevbigere.    Temellî, anî ziman ku çareseriyeke demokratîk a Sûriyeyê bi fêmkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêkan e û got li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêveberiyeke biîstîqrar heye. Temellî, got: “Çareseriya Sûriyeyê, demokratîkbûn û pergaleke nenavendî ye. Heta behsa aştiya li Rojava neyê kirin mirov nikare behsa aştiya li Tirkiyeyê jî bike.”   OPERAYONÊN LI DIJÎ CHP’Ê   Temellî, bertek nîşanî operasyonên li dijî CHP’ê û sepana qeyûman da û got ku ev operasyon pêvajoya aştiyê sabote dikin û xwest bên bidawîkirin.    'ŞANDEYA ME DÊ GEŞEDANÊN HEYÎ BI BIRÊZ OCALAN RE PARVE BIKE’    Temellî, ji bo pirsa têkildarî Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku dê di nava hefteyê de biçe Îmraliyê jî ev tişt anî ziman: “Îxtîmaleke mezin e ku dê şandeya me di nava hefteyê de biçe Îmraliyê. Lê roj diyar nîne. Belê dê şandeya me hemû geşedanên heyî bi birêz Ocalan re parve bike. Nêzî meheke neçûye. Dê nirxandinên wî jî bigirin û vegerin.”