Parêzerê Nelson Mandela: Daxuyaniyên Ocalan ji bo her kesî hêviya aştî û edaletê didin 2025-08-26 09:34:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji parêzerên Mandela Kisten Govender, bal kişand ser wekheviyên di navbera têkoşîna Abdullah Ocalan û Mandela de û got: "Daxuyaniyên Ocalan ji bo her kesî hêviya aştî, edalet û serfiraziyê didin der."   Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27'ê Sibatê de kir, ji hêla gelek derdorên cıvakî û navneteweyî ve tê nirxandin û piştgiriya wê tê kirin. Têkoşîna demdirêj a Abdullah Ocalan bi ya rêberê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela tê danberhevkirin. Her du kesayet bi têkoşîna xwe ya di girtîgehê de û nexşerêyên ku ji bo çareseriyê pêşkêş kirine balê dikişînin.   Parêzerê Nelson Mandela û her wiha endama Komeleya Navneteweyî ya Hiqûqnasên li dijî Tecrîdê Kisten Govender, li ser vê yekê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    Govender bi bîr xist ku Abdullah Ocalan û Nelson Mandela beşeke mezin ji jiyana xwe di zindanan de derbas kirine û got: "Her du jî 'şervanên azadiyê' ne. Rêveberên ku ew li dijî wan têkoşiyan, wan wekî 'terorîst' bi nav kirin. Têkoşîna Mandela nisbeten hêsantir bû ji ber ku ew li dijî rejîmeke hindikahî bû. Mandela têkoşîna gelan ji bo diyarkirina çarenûsa xwe girîng didît. Ji bo naskirina vê têkoşînê li dijî dewleta Tirkiyeyê divê arguman werin pêşkêşkirin."   ‘TÊKOŞÎNA GELÊN BINDEST DIPARAST'     Govender diyar kir ku Mandela têkoşîna hemû gelên bindest ên cîhanê diparast û got: "Wî piştgirî da têkoşîna gelê Filistînê. Mandela digot, 'Heta Filistîn azad nebe, Afrîkaya Başûr azad nabe.' Ger ew sax bûya, wê heman tiştî li ser gelê kurd bigota. Çi ew beşek ji Tirkiyeyeke yekgirtî bin, çi wîlayeteke cuda bin, çi beşek ji hikûmeteke federal bin, çi jî Kurdistaneke nû were damezrandin, ew ê bi eşkereyî bigota, 'Heta gelê kurd azad nebe, Afrîkaya Başûr azad nabe.' Ev têkoşîn têkoşîneke rewa ye ku bê guman Nelson Mandela dê ew esas bigirta. Sedema sereke ya ku ez vê dibêjim ev e ku Abdullah Ocalan, di rojên wî xwe dawî yên azadiya xwe de, dixwest bi Nelson Mandela re hevdîtinê bike da ku têkoşîna gelê kurd bigihîne asteke mezintir û ji Afrîkaya Başûr piştgiriyeke mezin bigire. Lêbelê, em hemû dizanin ku ew berî ku hevdîtinê bike hat girtin."   Govender diyar kir ku Abdullah Ocalan pêşketin û gefên li Rojhilata Navînê, bi taybetî yên li Sûriyeyê, bi awayekî rast nirxandiye û got ku Ocalan tişta ku di berjewendiya gel de ye dîtiye. Govender diyar kir ku ji şêwaza rêveberiya Mandela gelek tişt dikarin werin fêrkirin û got: "Nelson Mandela Afrîkaya Başûr ber bi hikûmeteke demokratîk ve bir. Wî hewlên mezin da ku nîşan bide ku divê em mirovperwer, dadperwer û wekhev bin ku divê em bi dijminên xwe re danûstandinan bikin, pêşî li dijminatiya wan bigirin û dostaniyê ava bikin. Ev celeb serokatî pir, pir kêm e. Ji ber vê yekê Abdullah Ocalan derdikeve pêş. Di daxuyaniyên xwe yên ji girtîgehê de, wî destê dostaniyê û aştiyê dirêj kir. Ev yek dê ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê, tevî komên berjewendiyên cihêreng, serfiraziyê bîne. Bi rastî, ev daxuyanî xwe disipirên rêberiya ji bo Tirkiyeyeke yekgirtî û vîzyonek ji bo qenciya mirovahiyê ne."   ‘DIVÊ PÊWENDÎ BI HIKÛMETA EFRÎQAYA BAŞÛR RE BÊ DANÎN'   Govender diyar kir ku têkoşîna Abdullah Ocalan dişibe ya Mandela û got: "Ocalan dê ji bo qenciya gelên tirk û kurd canê xwe bide, lê ew ê ji edaletê tawîzê nede. Wî tevahiya jiyana xwe ji bo vê pêvajoyê terxan kiriye. Ji ber ku ew şervanekî azadiyê ye, ew ê ji vê yekê paşve gav neavêje. Ocalan mirovekî wêrek e, lê rasteqîniya wî jî cudatiya wî dide der. Ev tam ew celeb pêşketin in ku Nelson Mandela piştgiriya wan dikir. Em dibînin ku Serokkomarê niha yê Efrîqaya Başûr, Cyril Ramaphosa, bi berdewamî piştgiriyê dide têkoşîna gelan ji bo xwerêveberiyê li ser bingeha edaletê. Ji ber vê yekê, peyama min ji bo alîgir û hevalbendên Abdullah Ocalan ev e ku bi Cyril Ramaphosa û hikûmeta ANC (Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê) re têkilî daynin û wan teşwîq bikin ku li Tirkiyeyê navbeynkariyê bikin ji bo aştiyê."   Govender anî ziman ku dê zexta navneteweyî bike ku Tirkiye biryarên DMME'yê û biryara der barê "mafê hêviyê" d epêk bîne.    ‘OCALAN FIRSENDEK DA ERDOGAN'   Govender destnîşan kir ku bêyî azadiya fizîkî çêbibe Abdullah Ocalan banga bidawîkirina têkoşîna çekdarî kiriye û got ku ev bang kiriye ku Erdogan bi helwesteke birûmet re rû bi rû bimîne. Govender bilêv kir ku Ocalan firsendeke mezin daye Erdogan û got: "Ger vê firsendê nenirxîne dê heya dawiyê winda bike."    MA / Hîvda Çelebî