Ji bo mitînga li Kadikoyê bang: Tekane rêya jiyaneke biewle aştî ye 2025-08-27 12:17:17 STENBOL - Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê ji bo mitînga 1’ê Îlonê ku dê di 31’ê Tebaxê de were lidarxistin, banga tevlibûnê kir.     Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê têkildarî mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê di 31’ê Tebaxê saet di 15.00’ê de li Meydana Rihtimê ya navçeya Kadikoy a Stenbolê bi dirûşma “Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê” bê lidarxistin, daxuyanî da.    Daxuyanî, li avahiya Tum Bel-Senê, bi dirûşma “Li dijî şer û kedxwariyê dê demokrasî û aştî bi ser keve” tê dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî şer û kedxwariyê dê demokrasî û aştî bi ser keve” hate hilayîstin. Wekîla DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî jî tev li daxuyaniyê bû.    BANGA TEVLIBÛNA MITÎNGÊ    Hevberdevkê Platforma Şaxan a Stenbolê ya KESK’ê Ertugrul Eroglû diyar kir ku şer û pevçûnê rê li ber zêdebûna kedxwariyê vedikin, xweza û qadên jiyanê tune dikin. Eroglû, got: “Li dijî hemû tovên nefretê yên li seranserî cîhanê haint çandin, li dijî dijminatiya di navbera gelan de hatiye avakirin, em aştiyê dixwazin. Em dixwazin gel wekhevû demokratîk bijîn. Polîtîkayên qirkirinê yên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê didomin. Gelên Sûriyeyê bi qirkirinan re rû bi rû ne. Polîtîkayên emperyalîzmê yên li herêmê, gelên Rojhilata Navîn her tim bi komkujiyan re rû bi rû dihêlin. Ji bo gelên li welatê me dijîn bi hev re û bi aştiyane bijîn, ji bo pêşketina têkoşîna bi vê boneyê, derfetên dîrokî çêbûne. Lêbelê îktîdara siyasî, tevî vê qonaxê jî hewl dide mijara girtiyên siyasî, sepanên qeyûm, bikaranîna darazê û gefên li ser muxalefetê weke rewa nîşan bide.”    Eroglû, ev bang kir: “Tevî derdorên encamên şer jiyayîn, em ê li dijî polîtîkayên qirkirin û şer têkoşîna aştiyê ya girseyî mezin bikin. Tenê bazirganên şer, yên xwe li ser pişta gel dewlemend dikin û rejîmên şer û zextê ji şer qezenc dikin. Tekane rêya ku gelên me di nava ewlehî û aramiyê de bijîn, aştî ye. Ji bo Roja Aştiyê ya Cîhanê, em ê di roja 31’ê Tebaxê saet di 15.00’ê de li Kadikoyê bin. Dê cîhaneke bêşer û bêkedxwarî bi destên me bê avakirin. Em banga tevlibûna mitîngê û mezinkirina hêviyê li we dikin.”