‘Êrişkirina goran, bêwijdanî ye’ 2025-08-28 15:11:23   AMED - Hevseroka MEBYA-DER’ê Gurbet Sevîktekê bertek nîşanî hewldana xerakirina kêlên gorên xwişk-birayên Onkol da û got: “Gor, ji bo mirovan pîroz in û êrişa li dijî goran, bêwijdanî ye.”    Li mezraya Kêlesî ya gundê Çemê Elîka ya navçeya Licê ya Amedê leşkeran hewl dan kêla gora endama YJA Starê Azîze Onkol (Dîcle Avaşîn) û ya birayê wê endamê HPG’ê Rojhat Onkol (Laşer Çem) hilweşînin. Têkildarî vê hewldanê, bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Çand û Yekitiyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) li ser gora xwişk-birayên Onkolan daxuyanî hate dayin. Rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyên wê, welatî û malbata Onkol tev li daxuyaniyê bû.    ‘EM ZILMA HATIYE KIRIN QEBÛL NAKIN’   Mamê xwişk-birayên Onkol, Arîf Onkol di daxuyaniyê de diyar kir ku leşkeran xwestine kêla goran were rakirin û got: “Ji me re gotin ku li ser fermana Wezareta Karên Hundir hatine goristanê. Ji me re gotin ‘an hûn dê rakin an jî em ê rakin.’ Me jî jê re got ku em naxwazin ew rakin û em çûn me kêl rakirin. Em vê zilmê qebûl nakin.”    ‘ZIRARÊ DIDIN PÊVAJOYÊ’    Hevseroka MEBYA- DER’ê Gurbet Sevîtktek jî diyar kir ku mafê definkirinê bi hiqûqa navneteweyî hatiye misogerkirin û got: “Tiştên li vir hatine kirin bi tu awayî nayên qebûlkirin. Êrişkirina goran ku ji bo mirovan tiştekî pîroz in, bêwijdanî ye. Aştiya civakî, bi rêzgirtina li dijî nirxên hev dikare ava bibe. Divê rêzê ji bo gorên me bigirin. Divê dewlet ji bo gorên me rêzê bigire. Yên ku di pêvajoya aştiyê de van tiştan dikin, zirarê didin pêvajoyê. Em ê vê qebûl nekin. Bila ev zilma li malbatê tê kirin êdî bi dawî bibe.”   Daxuyanî, bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.