Ji Nergîs Mihemediyê name ji bo NY'yê 2025-09-06 16:00:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Nergîs Mihemedî, bertek nîşanî pêkanînên li dijî mamosteyên li Rojhilatê Kurdistanê da û têkildarî cezayên giran ên li aktivîst û mamostayan hatiye birîn ji Raportora Taybet a Îranê ya NY’ê re nameyek nivisand.   Parêzvana mafê mirovan û xwediya Xelata Nobelê ya Aştiyê Nergîs Mihemediyê li dijî cezakirina mamoste û aktivîstên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Mafên Mirovan li Îranê Mai Sato re nameyek şand û da zanîn piştî şoreşa 1979’an hemû hikûmet xebatên mamostayan dixin bin zextê û ji ber van zextan îro jî herî kêm 16 mamosteyên ji Kurdistanê ji erka xwe hatine dûrxistin û teqawîbûna bi darê zorê û cezayên surgunkirinê didome.   Nergîs Mihemedîiyê duh nameya ku ji Raportora Taybet a Îranê ya NY’ê re şand, li ser hesabê xwe yê Instagramê parve kir û di nameyê de wiha got: “Ji avakirina komara Îslamê heta niha xebatên mamosteyan hertim di bin zextê de maye. Ev zext di hikûmeta Mesud Pezeşkiyan de didome.”   Nergîs Mihemediyê da zanîn ku piştî serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" zextên li dijî mamosteyan zêde bûye û wiha got: “Piştî serhildanê bi sedan mamosta û aktivîst hatin girtin û şandin girtîgehan. Li gorî rayedarên Perwerdeya Netewî, zêdeyî 300 mamoste, aktivîst û xwendekarên zanîngehê bi xeteriya ji erka xwe werin dûrxistin in.”   Nergîs Mihemediyê di nameya xwe de bal kişand li ser cezayên mîna sirgûn, dûrxistina mamosteyan ji kar û teqawibûna bi darê zorê û wiha got: “Ev cezayên giran, bi taybet li Kurdistanê nîşaneya tundiya vekirî li dijî gelên hatine dûrxistin û di heman demê de hewldana rejîmê ya bêdengkirina dengê wan e.”   Nergîs Mihemediyê da zanîn ku bi nêzbûna salvegera serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" re ev cezakirin nîşan didin ku Komara Îslamê ji serhildaneke nû ya gel ditirse. Nergîs Mihemediyê bi tundî bertek nîşanî zextên li dijî mamosteyan da û bang li hemû rêxistinên mafê mirovan û saziyên navnetewî kir ku piştevaniya mamoste û aktivîstan bikin. Di heman demê de bi taybetî ji ONESCO û Rêxistina Xebatên Navnetewî xwest ku beşdarbûna civînan ya Wezareta Perwerdeya Îran û rayedarên wezareta xebatê asteng bikin.   Nergîs Mihemediyê di dawiya nameya xwe de ev tişt gotin: “Erka saziyên mafê mirovan û navnetewî ye ku ji bo rakirina cezayên li dijî mamosteyên li Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamê ve zextê bike.”