Rêveberiya Xweser têkildarî Dêr Hafirê daxuyanî da 2025-09-21 09:38:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser têkildarî êrişa hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên li dijî Dêr Hafirê daxuyanî da û got: “Divê li pêşberî edaletê hesab ji sûcdaran were pirsîn û bên cezakirin.”    Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê komkujiya li Dêr Hafirê daxuyaniyek da.  Rêveberiyê, di daxuyaniyê de got: “Em tundî van sûcên barbarî şermezar dikin. Ev êriş, berdewamkirina rêgeza dijminane ya li dijî gelê me nîşan dide. Tirsê û xofê belav dike. Nemaze ku welat di pêvajoyeke gelek hesas re derbas dibe û pêwîstî bi hewldanên hemû aliyan heye ji bo ku siberojeke ewle û aram dûrî tund û înkarkirinê ava bibe.”   Bi domdarî hate gotin ku gelê herêmê zêdetirî serdemekê ji ber kuştin, wêranî û komkujiyan êş dikişîne û hîna ev binpêkirin necidîbûna hin aliyan di avakirina Sûriyeya nû de nîşan dide. Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku divê li pêşiya edaletê hesab ji sûcdaran bê pirsîn û bên cezakirin. Di heman demê de rêveberiyê bang li civata navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û mirovî li hember sivîlan bi cih bînin. Rêveberiyê di dawiyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.   Hêjeyî bibîrxistinê ye ku komên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê êriş gundê Um Tîne yê bajarokê Dêr Hafir ê rojhilatê bajarê Helebê kiribûn û di encamê de 7 sivîl hatibûn qetilkirin û 4 jî birîndar bûn.