Çar welatên din ragihandin ku dewleta Filistînê nas dikin 2025-09-23 11:01:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Welatên Monako, Belçîka, Luksemburg û Maltayê di konferansa ji hêla Fransa û Erebistana Siûdî ve li New Yorkê hat lidarxistin de ragihandin ku ew bi awayekî fermî dewleta Filistînê nas dikin.    Civîna destpêkê ya serdema 80’emîn a Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dê îro li New Yorkê bê lidarxistin. Duh li New Yorkê bi pêşengtiya Fransa û Erebistana Siûdî konferanseke navneteweyî ya bi naveroka çareserkirina pirsgirêka Filistînê li dar xist.    Di konferansê de rêveberên gelek welatan axivîn. Di konferansê de welatên Monako, Belçîka, Luksemburg û Maltayê bi awayekî fermî ragihandin ku dewleta Filistînê nas dikin.    Ingilistan, Kanada û Awûstûralyayê jî di 21’ê Îlonê de û Fransa û Portekîzê jî duh bi awayekî fermî ragihandin ku dewleta Filistînê nas dikin.    Serokwekzîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu jî duh bi daxuyaniyekê naskirina dewleta Filistînê weke “xelata herî mezin a ji bo terorê” nirxand û got ku ew ê bersivê bidin naskirina dewleta Filistînê.