Bi girseyî serdana şîna Agît Ertaş hat kirin 2025-09-23 19:58:15       WAN - Bi girseyî serdana şîna Agît Ertaş ê HPG'î yê hat eşkerekirin jiyana xwe ji dest daye, hat kirin.    Li Taxa Erekê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ji bo Agît Ertaş (Kûrtay Girawî) yê di sala 2017'an de li Herêma Kurdistana Federe di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da, şîn hat danîn. Bi pêşengiya MEBYA-DER'ê, bi beşdariya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi girseyî serdana şînê hat kirin.