Jin li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan 2025-09-25 16:12:49 WAN - Koma kampanyaya “Ji bo bijîn û bidin jiyîn em xwe birêxistin dikin”, ji bo Rojîn Kabaîşê li kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yilê meş li dar xist.    Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a Starê, Komeleya Mafên Mirovan û Medyayê (ÎHAMED) û rêveberên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), di çarçoeya kampanyaya “Ji bo bijîn û bidin jiyîn em xwe birêxistin dikin” de ji bo xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû, li kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YY) meş li dar xist. Rêxistinên civaka sivîl ên li Wanê û xwendekarên zanîngehê jî tev li meşê bûn. Di meşê de pankarta “Ji bo bijîn û bidin jiyîn em xwe birêxistin dikin, ji bo Rojînê Edalet, çi bi Rojînê bû?” û dovîzên “Tu kesên din dê ji me kêm nebin” û “Veşartina rastiyê hevkariya sûc e” hatin hilgirtin.    Çalakvan, ji kampûsa zanîngehê ku Rojîn Kabaîş herî dawî li wir hatibû dîtin heta qeraxa zanîngehê meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Rojîn Kabaîş serhildana me ye”, “Rektor îstîfa” û “Neparêze, nevêşere, faîlan bidarizîne” hatin berzkirin. Piştî meşê, daxuyanî ji hêla endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê Ozlem Metîn Engîn xwend.    ‘SEDEM POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ YE’    Ozlem Metîn Engînê diyar kir ku ji bo lêpirsîn ji her alî ve were ronîkirin, ew ê pêvajoyê bibiryar û bi zelalî bidomînin û wiha got: “Li Tirkiyeyê di dozên tundî û cînayetên jinan de demekî dirêj e polîtîkayên necezakirinê di meriyetê de ne. Faîl tên parastin û cezayê wan tê kêmkirin. Ev jî rê li ber binpêkirina mafê jiyanê yê jinan vedike. Di dosyaya Rojîn Kabaîşê de jî heman tişt hatin dîtin. Dosya demekî dirêj hate vehêlandin, têkildarî delîlan tiştên pêwîst nehatin kirin, raya giştî baş nehate agahdarkirin ku ev jî encama polîtîkaya necezakirinê ye.”    BAL KIŞAND SER ŞERÊ TAYBET   Ozlem Metîn Engînê diyar kir ku parastina mafê jiyanê yê jinan peywira sereke ya dewletê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Divê neyê jibîrkirin ku windakirina Rojîn Kabaîşê ne bûyereke cara ewil e, encama polîtîkayên şerê taybet e ku demekî dirêj e li Kurdistanê tê meşandin. Ev polîtîkaye jiyana jinan hedef digire û tundiyê zêdetir dikin. Dê jin li hemberî van polîtîkayan serî netewînin.”    Piştî daxuyaniyê, jinan ji bo meşa ku dê di şeva 27’ê Îlonê de ji bo Rojîn Kabaîşê were lidarxistin, broşur û belavok belav kirin.