11 sal di ser qetilkirina Bagdû re derbas bûn: Divê dosye ji nû ve bê nirxandin 2025-10-13 09:51:06 EDENE - Parêzer Tûgay Bek diyar kir ku lêpirsîna der barê kuştina belavkarê rojnameya Azadiya Welat Kadri Bagdû de bi zanebûnî baş nehatiye lêkolînkirin û got: "Dosye ger wekî cînayeteke siyasî bê nirxandin, dê bûyer were ronîkirin."   Kadrî Bagdû ê 17 salan belavkariya rojnameya Azadiya Welat dikir ku bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, di 14'ê Cotmeha 2014'an de li Taxa Şakirpaşa ya navçeya Seyhan a Edeneyê dema ku bi durçerxa xwe rojname belav dikir, di êrişeke çekdarî de hat kuştin. Her çend 11 sal di ser kuştina Bagdû re derbas bûne jî, hîn jî kiryar nehatine aşkerakirin.   Parêzerê malbata Bagdû Tûgay Bek der barê dosyeya dozê de axivî.   Tûgay Bek diyar kir ku biryara "nepenîtiyê" ya di lêpirsînê de rê li ber aşkerakirina rastiyê girtiye û got: "Biryarên nepenîtiyê pir caran ji bo dîtina sûcdaran û pêşîgirtina li revîna wan ji edaletê tên dayîn. Lêbelê, di vê rewşê de, nepenîtiyê rê li ber berhevkirina delîlan a rast û pêşîgirtina li wan girt."   'LÊKOLÎN NEHAT KIRIN'   Bek, bi bîr xist ku hemû çalakiyên muxalefetê yên li taxa Şakirpaşa ya Edeneyê di dema kuştinê de ji hêla kamerayên MOBESE ve dihatin şopandin û got: "Welatiyên ku beşdarî van xwepêşandanan bûn hatin tespîtkirin û darizandin û hin ji wan hatin cezakirin. Lêbelê, heman kamera nekarîn sûcdarên Kadrî Bagdû tespît bikin."    Bek, destnîşan kir ku tevî delîlên ku wan pêşkêş kirine jî, di lêpirsînê de tu pêşketin çênebûye û got: "Me tomarên Servet Koç radestî dosyayê kirin, lê ji ber ku ew di bombebarana hewayî de mir, îfadeya wî nehat girtin. Der barê van kesan de tu lêpirsîn nehat kirin."   'HEYA DEMOKRATÎKBÛYÎN ÇÊNEBE RONÎKIRIN ZEHMET E'   Bek, anî ziman ku cînayeta Kadrî Bagdû cînayeteke siyasî ye û got: "Me gelek caran anî ziman ku divê di nava DAIŞ'ê de li kiryarê vê cinayetê bê gerîn. Lê dozgeriyê di vî warî de lêpirsînê berfireh nekir. Di cînayetên DAIŞ'ê yên di heman heyamê de xwe gihandin kiryaran, lê li vir heman îrade nehat nişandan. Her wiha aliyekî polîtîk ê bûyerê jî heye. Cînayetên wiha siyasî, rasterast girêdayî têkoşîna demokratîkbûn û azadiyê ya welêt in. Heya li Tirkiyeyê guherînên mayinde yên demokratik çênebin, zehmet ku dosyeyên wiha tarî bên ronîkirin."    Bek, destnîşan kir ku divê dosyeya Bagdû careke din bê nirxandin û got ku ji ber ku Kadrî Bagdû xebatkarekî çapemeniya Kurd bû, ji aliyê DAIŞ'ê û dewleta kûr ve hedef hat girtin û divê dozger vê yekê wiha qebûl bike. Bek, bilêv kir ku heya guherîn çênebe zelalkirian vê cînayetê zehmet e.    BERNAMEYA BÎRANÎNÊ   Kadrî Bagdû, dê di 14'ê Cotmehê saet di 13.00'an de li ser gora xwe ya li Goristana Kuçukobayê bê bibîranîn.    ÇI QEWIMÎBÛ?   Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK'ê hat girtin, Kadrî Bagdû, di 14'ê cotmeha 2014'an de gava li Taxa Ovayê ya semta Şakîrpaşa ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê bi duçerxeya xwe rojname belav dikir, DAIŞ'iyan ew qetil kirin. Lê belê dosyeya lêpirsînê ya Bagdû 12 sal in wekî berê ye û heya niha ji kiryaran yek jê jî nehatiye darizandin. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, ji bo dosyeya Bagdû gotibû "ne bûyereke terorî, bûyereke edlî ye" û dosyeya wî daxilî nav a kiryar nediyaran kiribû. Çendî ku di sala 2016'an de Servet Koç ê DAIŞ'î bi dîmenan û bi nivîskî awayê pêkanîna cinayetê vegotibû jî, lê dîsa jî di dosyeyê de tu pêşketin çênebûn.    Tevî vê jî Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di Cotmeha 2020'î de cinayetê wekî "bûyereke edlî" nirxandin û biryara "lêgerîna daîmî" da. Ji ber vê parêzerê malbata Bagdû bi hinceta "lêpirsîneke çalak nehatiye kirin" serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen