Bulent Arinç: Divê komîsyon rû bi rû li Ocalan guhdarî bike 2025-10-13 12:11:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Bulent Arinç di bernameyeke televîzyonê de bal kişand ser rola Abdullah Ocalan û got: “Heke komîsyon bixwaze pêvajoyeke bitendurist birêve bibe, divê rû bi rû bimeşîne, divê li Îmraliyê rû bi rû li Abdullah Ocalan guhdarî bike.”    Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Meclisê hatiye avakirin, heta niha gelek derdorên cuda guhdarî kiriye. Ji komîsyonê tê xwestin ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî bike lê heta niha jî ev daxwaz nehatiye cîbicîkirin. Ev jî rê li ber nîqaş û bertekan vedike. Serokê Meclisê yê berê Bulent Arinç, tev li bernameyeke TV5’ê bû û têkildarî banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê axivî.    Arinç, diyar kir ku ji bo aştiyeke civakî ya mayinde hewcehî bi gavên wêrek û şênber heye û got: “Heke ew nexwazin wê rîskê bidin ber çavan, ez dikarim biçim Îmraliyê.” Arinç, destnîşan kir ku ji bo çareseriyeke mayinde ya “terorê” divê guftûgoyeke rasteqîn hebe.    ‘HEKE RÎSKÊ NEGIRIN DÊ NEKARIN BI SER KEVIN’       Di berdewamê de Arinç bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke komîsyona li TBMM’ê hatiye avakirin bixwaze pêvajoyeke bitendurist birêve bibe, wê demê divê li Îmraliyê rû bi rû li Abdullah Ocalan guhdarî bike. Hêj niha jî bandoreke wî ya fiîlî li ser PKK’ê heye û heta bi wî re neyê axaftin jî dê pêşketin çênebe. Heke rîsk neyên girtin dê serkeftin jî çênebin. Heke kesek di vê mijarê de dilxwaz nebe, hewce bike ez dikarim biçim Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikim. Heke were xwestin jî dikarim hemû kitekitên hevdîtinê bi Komîsyona Meclisê û raya giştî re bi aşkerayî parve bikim.”    BANGA ‘MAFÊ HÊVIYÊ’      Bi domdarî Arinç bi lêv kir ku ji bo binpêkirinên mafan ên di darazê de û xitimîna li girtîgehan bi dawî bibe, bal kişand ser têgehên “efûya giştî” û “mafê hêviyê” û got ku ev gav gavên însanî û mecbûriyeteke hiqûqî ye.    Arinç, da zanîn ku rêgeza “mafê hêviyê” ku piştî demekê derfeta jinûvenirxandina rewşa girtiyan dide, bi biryarên DMME’yê re xwedî standartekî gerdûnî ye. Arinç, got ku rewşa Abdullah Ocalan û girtiyên din dikarin di vê kategoriyê de bên nirxandin.