Li Wanê berteka ji bo Rojîn Kabaîşê: Der heqê dozgerê berê û ATK’ê de serlêdana sûc hate kirin 2025-10-13 16:23:32   WAN - Platforma Jinan a Wanê û xwendekaran ji bo Rojîn Kabaîşê daxwaza edaletê kirin û gotin: “Rojîn Kabaîş em in.” Baroya Wanê jî der heqê dozgerê berê û ATK’ê de serlêdana sûc kir.    Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş di 27’ê Îlona 2024’an de winda bû û cenazeyê wê 18 roj piştre hate dîtin. Pirsên têkildarî mirina biguman a Rojîn Kabaîşê jî didomin. Di demekî wiha de Saziya Tipa Edlî (ATK) piştî 9 mehan rapora xwe amade kir û pêşkeşî dosyayê kir. Piştî rapora ATK’ê, îxtîmala êrişa zayendî dîsa bû rojev.    Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê, ji avahiya rektoriyê heta pêşiya ATK’ê meşiyan û helwesta ATK’ê ya di dosyayê de şermezar kirin. Gelek xwendekar tev li meşê bûn û dirûşmên “Rojîn Kabaîş serhildana me ye”, “Zilam dikuje dewlet diparêze”, “Jin, jiyan, azadî”, “Rektor îstîfa” û “Ev ne întîhar cînayet e” berz kirin.   JI BO ROJÎN KABAÎŞÊ EDALET   Beriya meşa xwendekaran daxuyanî hat dayin. Bariş Metîn di daxuyaniyê de got ku ew ji bo Rojîn Kabaîşê edaletê dixwazin û got: “Em îro li vir kom bûn, di dilê me de qêrîneke ewqas mezin heye ku heta bêdengiya me jî olan dide. Em ji bo Rojînê li vir in. Em li pey pirsên bêbersiv hatine hiştin, jiyanên nîvco hatine hiştin, heqîqeta hatiya bêdengkirî ne. Li pey Rojînê ne tenê malbatek, wijdana civakekê hejiya. Me ev ji bîr nekir û dê ji bîr nekin. Xeyalên Rojîn Kabaîşê hebûn, xwendekara zanîngehê bû, hêviya heval û malbata xwe, ronahiya pêşerojê bû. Lê ew ronahî di carekê de vemirî û ji wê rojê ve bêdengiyek dest pê kir. Ew bêdengî, di hundirê me tevan de veguherî tarîtiyekê.”    Bi domdarî Metîn bi lêv kir ku bi ser bûyerê re salek derbas bûye lê hêj jî pirsên di dosyayê de nehatine bersivand û ev tişt anî ziman: “Edalet ne di rûpelekî dosyayê de, divê di wijdana mirovan de, di bîra civakê de cih bigire. Li pey Rojînê ne tenê jineke ciwan, me nirxek û hêviyek winda kir. Ji bo wê hêviyê jinûve zindî bikin em li vir in. Em di wê baweriyê de ne ku zû yan jî dereng dê rastî bi awayekî derkevin holê. Carnan bêdengiya kesekî dibe dengê herî bilind. Em îro ji bo bêdengiya Rojînê veguherînin axaftinê li vir in. Mafê mirovan mafekî pîroz e û ne tenê berpirsyartiya dewletê lê berpirsyartiya civakê jî ye ku biparêze. Dema jinek hate kuştin, civakek hinek din kêm dibe. Dema ciwanek hate kuştin pêşeroj hinek bêhtir tarî dibe. Hatina me ya vê derê ne ji ber hêrsê, banga wijdanê ye. Ev bang, ji bo bibîrxistina peyva ‘edaletê’ ye. Heke jiyanek winda bibe, heke pirsek hebe, divê bersiva wê were dîtin. Ji ber ku edalet, ne tenê ji bo cezakirina sûcdaran lê di heman demê de başkirina wijdana civakê ye.”    'DENGÊ ROJÎNÊ ÊDÎ EM IN’   Bi domdarî Metîn got ku dê bîranîna Rojînê rê nîşanî her kesî bide û wiha bi dawî kir: “Ev soza ku em îro li vir didin, ne tenê soza rojekê ye, soza wijdanê ye. Em ê ji bîr nekin, em ê nedin jibîrkirin, em ê dev jê bernedin. Hêsirên me ne serîrakirin, banga mirovahiyê ye. Hêrsa me ne nefret e, lêgerîna edaletê ye. Bêdengiya me ne ji tirsonekiya me ye, piştevaniyeke bi hêvî, bi baweriyê hatiye hûnandin e. Êdî dengê Rojînê em in. Em ê gotinên wê yên nîvcomayî temam bikin. Ji ber ku edalet, zû yan jî dereng teqez dê pêk bê û heta wê rojê jî em ê li vir bin. Ji bo Rojînê, ji bo jinan, ji bo mirovahiyê. Olana edaletê dê di nava bêdengiyê de biafire û ew deng dê di dilê me tevan de bijî. Edalet tenê dikare bi dengê gel xurt bibe.”    Piştî daxuyaniyê, xwendekar bi dirûşman ber bi ATK’ê ve meş li dar xistin.    JI PLATFORMA JINAN A WANÊ PROTESTO   Platforma Jinan a Wanê jî li pêşiya ATK’ê çalakiya protestoyî li dar xist. Saziyên jinan, rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û bi sedan xwendekar tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo Rojîn Kabaîşê edalet” hate hilgirtin û dirûşmên “Rojîn Kabaîş serhildana me ye”, “Mêr dikuje dewlet diparêze”, “Jin, jiyan, azadî”, “Rektor îstîfa” û “Ev ne întîhar cînayet e” hatin berzkirin.    Endama Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê parêzer Fatma Ulgen daxuyanî xwend û got: “Tevî ku salek bi ser re derbas bûye jî lêpirsîn bi awayekî baş pêş neket, sînorkirina dosyayê didome û hêj lêkolîna li ser telefonê jî nehatiye temamkirin. Baroya Wanê û ya Amedê salek berê ji ATK’ê xwestibû ku DNA’yên li ser bedena Rojînê hatine dîtin bên tespîtkirin. Di rapora duyemîn a ATK’ê de hate destnîşankirin ku DNA’yên aydê du zilaman hatine dîtin û vê jî berê lêpirsînê guherand. Van daneyan nîşan dan ku mirina Rojîn Kabaîşê ne ‘întîhar’ nîne.”    ‘BERPIRSYARTIYÊN XWE BI CIH NE ANÎN’    Fatma Ulgenê got ku di dosyaya Rojîn Kabaîşê de berpirsyartiyên dosyayê nehatine cîbicîkirin, delîl di dema xwe de nehatine komkirin, di dema otopsiyê de malbat û wekîl daxilî pêvajoyê nehatine kirin û ji destpêkê ve dosya ji rêgeza şefafiyê dûr hatiye meşandin. Fatma Ulgenê, wiha domand: “Di rapora ATK’ê ya bi dîroka 06.11.2024’ê de ku di dosyaya dozê de ye, tevî hatibû tespîtkirin ku mînakên DNA’yê yên du zilaman hatine tespîtkirin jî, di raporên saziyê dayîn de hate gotin ku di vajînayê de DNA nehatiye dîtin. Lêbelê di rapora ATK’ê ya 10’ê Cotmeha 2025’an de hate gotin ku li ser herêmên sing û vajînayê DNA hatiye tespîtkirin. Demekî dirêj nedayîna van agahiyan ku pir girîng in, bi xwe re pirs û fikarên cidî anî.”    ‘MAFÊ JIHANÊ TÊ BÊQÎMETKIRIN’   Fatma Ulgenê da zanîn ku weke Baroya Wanê wan der heqê kesên rapora ATK’ê amade kirin de serlêdana sûc kirine û wiha bi dawî kir: “Tevî ku di raporên ATK’ê yên berê yên di dosyayê de ev agahî tunebûn jî, serdozgerê demê di hevpeyvîneke bi malpereke nûçeyan re axivî û got DNA li ser zik û singê Rojîn Kabaîşê hatine dîtin û agahiyên xelet parvekir. Ev daxuyanî, hem binpêkirina lêpirsînê hem jî xelet agahdarkirina raya giştî ye. Ji ber belavkirina agahiyên xelet, xapandina raya giştî û xerab bikaranîna peywira xwe, me der heqê serdozger de serlêdana sûc kir. Ev pêvajoya di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hatine jiyîn, nîşan dide ku mafê jiyanê yê jinan tê bêqîmetkirin.”    Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.    Baroya Wanê, li Edliyeya Wanê der heqê serdozger û rayedarên ATK’ê de serlêdana sûc kir.