Li Cizîrê ji bo cezakirina sûcdarê tacîza zarokan Nobeda Edaletê hat destpêkirin 2025-10-18 14:01:25   ŞIRNEX – Li navçeya Cizîr a Şirnexê li dijî betalkirina cezayê Burak Ercan ê ji ber sûcê tacîza zayendî ya li dijî zarokan dihat darizandin, Nobeda Edaletê dest pê kir.   Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ê Şirnexê, li dijî betalkirina cezayê cîgirê midûrê Dibistana Amadehî ya Merkez Anadoluyê û Nûnerê Kargehê yê Sendîkaya Yekitiya Perwerdekaran (Egîtîm Bîr-Sen) Burak Ercan ê ku tacîza zayendî li 43 xwenedkaran kiriye, Nobeda Edaletê da destpêkirin. Nobeda ku li Kolana Hunerê ya Cizîrê hat despêkirin de dowîzên “Îstismara zarokan rawestîne”, “Burak Ercan bidarizîne”, “Ji bo Rojîn Kabaîşê edalet” hatin hilgirtin û li qadê pankarta “Ne kiryaran lê zarokan biparêzin, ji bo zarokan edalet” hat daliqandin. Gelek kes û endamên partiyên siyasî serdana nobeta edaletê kirin. Di çalakiya nobedê de erheqê nobedê de agahî bi sedêran re hat parvekirin û hate diyarkirin ku dê li dijî polîtîkayên bêzakirinê her Şemî nobedê bê girtin.    Hevşaredara Cizîrê Guler Tunç, di serdanê de axivî û ev tişt got: “Em wek TJA ji roja ewil ve şopdarê dozê ne. Heta îro kiryar bi bêcezakirinê ve hat xelatkirin. Kesê ku zarokên me îstismar kiriya bi destê dadgehê ve tê parastin. Ev polîtîka li her deverê Kurdistanê rû dide. Em baş dizanin ku ev polîtîka ji aliyê kê ve tên sepandin. Heta dawiyê em ê ji bo zarokan edaletê bixwazin. Heta kiryar bên cezakirin em ê têbikoşin.”   Kesên ku ji bo piştgiriyê serdana nobedê kirin, ramanên xwe li ser Nobeda Edaletê anîn ziman û pêşniyarên xwe ji bo tiştên ku divê ji bo hestiyariya raya giştî werin kirin, pêşkêş kirin.   Nobedê heta saet 18.00’an berdewam bike.