Li Agiriyê li dijî cezayên hefsê bertek hat nîşandan 2025-10-18 14:44:36   AGIRÎ - Hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên Agirî cezayên ku  li 15 kesan hatiye birîn, wekî provokasyon bi nav kirin û destnîşan kirin ku ev biryar provokasyona “Pêvajoya Çareseriyê” ya li Agirî tîne bîra mirov.   Biryara dosyaya lêpirsînê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê li dijî 15 kesan, ku yek ji wan endamê Meclîsa Şaredariya Agiriyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ye, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê", "alîkariya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" vekiribû, duh hat dayîn. Dadgeha 1’emîn a Cezayê Giran a Agirî, derheqê 15 kesan de cezayên hefsê yê ji 7 sal û 6 meh heya 44 sal salan da. Dadgehê piştî biryara cezayê, biryara girtinê da. Piştî biryarê endamê Meclîsa Şaredariya Agiriyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Şakîr Kiliç (50) ê ku 44 sal ceza lê hatibû birîn, Mehmet Îzcî (45) yê ku 11 sal û 9 meh lê hatibû birîn, Yilmaz Dursun (65) ê ku 8 sal û 9 meh lê hatibû birîn, Şakir Çaçan (50) ê ku 7 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn, hatin girtin.    ‘EV BIRYAR PROVAKATÎF E’   Hevserokê DEM Partiyê yê Agirî Mehmet Umut Dogruer, diyar kir ku biryara cezayê provakatîf e û bi vê biryarê ve îmzeya qirkirina siyasî hatiye dayîn. Dogruer, ev tişt got: “Ji salên 2014-2015’an ve ev cezaya herî bilind e ku ji bo hevalên me hatiye birîn. Ev cezayên ku di vê pêvajoyê de tên dayîn baweriya civakê ya bi aştiyê qels dike. Em vê biryara bêhiqûqî qebûl nakin. Ji ber vê yekê civakê vedixînin ku bertekên xwe li dijî vê hewldana provokasyonê nîşan bidin.”    ‘HEWLDANA PROVOKASYONÊ YE’   Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Agiriyê Sebîh Kaya, got: “Ev biryar ne li gotî hiqûqa demokrasiyê ye. Ne li gotî hiqûqa xweşk-biratiyê ye. Ev hewldan, hewldanên di salên 2014-2015’an de ên li Agirî ji bo xirakirina pêvajoyê tîne bîra me. Ji bo pêvajo bi sernekeve gava yekemîn li vir hatibû avêtin. Lewra berê vê li cezayên wiha nehatine dayîn. Dosyayên 15 sal berê vekirin û cezayên mezin dan. Em naxwazin ev pêvajo xira bibe. Em dixwazin aştiyeke mayînde pêk were. Rêzdar Abdullah Ocalan, nexşerêya avakirina civaka demokratîk nîşanî me da. Em di meşa vê rê de bibiryar in.”    MA / Omer Akin