Cezayên li siyasetmedaran hatin birin hatin şermezarkirin 2025-10-18 15:36:18   AGIRÎ – Cezayên girtîgehê yên ku endamên meclisa şaredariyê jî di nav de li 16 kesan hat birin, li Agiriyê hat şermezarkirin.Hevserokê DEM Partiyê yê Agiriyê Mehmet ÛmÛt Dogrûer got: "Bi vî rengî cezakirina siyasetmedaran, ne biryareke hiqûqî, biryareke siyasî ye."    Li Agirî, li dijî cezayên girtîgehê yên di navbera 7 sal û 6 mehan û 44 salan de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Agiriyê ve, endamên meclisa Şaredariya Agiriyê jî di nav de, li 15 kesan hatin birîn, hatin şermezarkirin. Çalakî ku ji aliyê rêxistinên bajêr yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve hat lidarxistin, ji aliyê rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan ên li bajêr ve jî hat piştgirîkirin. Girse li ber avahiya DEM Partiyê ya bajêr kom bû û ji Kolana Doktorlarê heta Kolana Cumhuriyetê meşiya. Di meşê de dirûşmeyên wekî "Zext nikare me bitirsîne", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Berxwedan jiyan e" hatin berzkirin. Piştî meşê, Hevserokê DEM Partiyê yê bajêr Mehmet Ûmût Dogrûer diyar kir ku ew êrişên li ser aştî û siyaseta demokratîk qebûl nakin.   'NE BIRYAREKE HIQÛQÎ, BIRYAREKE SIYASÎ YE'   Dogrûer diyar kir ku ev ceza bi awayekî zelal nîşan didin ku ne tenê siyaseta demokratîk, di heman demê de îradeya jiyana bihevre jî tê hedefgirtin û got: "Ev ceza hewldanek e ji bo bêdengkirina têkoşîna demokratîk, îradeya gel û daxwaza aştiyê. Bi vî rengî cezakirina siyasetmedaran, ne biryareke hiqûqî, biryareke siyasî ye."   Dogrûer destnîşan kir ku ev ceza li hemû kesên aştîxwaz atiye birin û got ku ev biryar temsîliyeta emokratîk a el û siyaseta xwecihî hedef girtiye.    Dogrûer anî ziman ku rêya aştiyê dê ne bi cezayan bi diyalogê vebe û got ku kes nikare dengê aştiyê bitepisîne û îradeya gel bidarizîne.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.