Civaknasê Alman: Banga Abdullah Ocalan kêliyeke kêmpeyda ye ji bo hêviyê 2025-12-17 10:58:07   AMED - Civaknasê Alman Hauke Brunkhorst, piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk û got: "Di pergala cîhanê de ya ku her diçe otorîtertir, faşîsttir û tundtir dibe de banga Abdullah Ocalan, di warê hêviyê de yek ji kêliyên kêmpeyda ye."    Peyamên ji kesayetên navneteweyî der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin berdewam dikin. Civaknasê Alman Hauke Brunkhorst di peyama xwe de ku ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şand, banga Abdullah Ocalan wekî yek ji kêliyên kêmpeyda yên hêviyê nirxand.   Peyama Brunkhorst bi vî rengî ye: "Banga Abdullah Ocalan ji bo aştî û civakeke demokratîk ku di 27'ê Sibatê de ji Girtîgeha Îmraliyê hat kirin, yek ji kêliyên kêmpeyd ên hêviyê ye di pergala cîhanî de ku her ku diçe otorîter, faşîst û tundûtûj dibe. Bêyî cihêrengiyê, ne aştî û ne jî demokrasî ne mimkun e. Homojenîzekirina civakê tê wateya windabûna demokrasiyê û şerê bêdawî. Aqil tenê dikare di nakokiya dengên cuda de yekîtiyê bibîne; mîna ku hişmendiya takekesî û kolektîf tenê dikare bi rêya nakokî û pevçûnan yekîtiyê bi dest bixe.   GAVEKE KRÎTÎK   Demokrasî tenê heya wê astê ye ku ew ji bo têkoşîneke bihêz, bê tundûtûjî û berhemdar di navbera çînên civakî, zayendan û çandan (ol, nasnameyên etnîkî, nijad û hwd.) de cih vedike. Ev têkoşîn ne tenê armanc dike ku bi rêya rejîmên demokratîk li ser şert û mercên jiyanê yên nemirovane yên di bin rejîmên otorîter de ser bikeve, di heman demê de armanc dike ku bi rêya demokrasiyeke zêdetir li ser şert û mercên nemirovane (tevî girtinê) yên ku di nav hemû demokrasiyên heyî de berdewam dikin bi ser bikeve. Banga ji bo aştî û demokrasiyê gaveke krîtîk e di vî alî de; bi rastî, di deh salên dawî de ew gaveke herî girîng e li Rojhilata Navînê."    HAUKE BRUNKHORST KÎ YE?   Hauke Brunkhorst (di 24'ê Cotmeha 1945'an de, li Marne/Holstein a Almanyayê çêbûye) civaknasê siyasî û zanyarê civakî yê Alman e. Wî wekî profesorê civaknasiyê li Zanîngeha Ewropayç ya Flensburgê xebitî, pisporê warên wekî destûrparêziya Ewropayê, teoriya siyasî û pêşveçûna hiqûqa navneteweyî bû. Wî di sala 1977'an de ji Zanîngeha Frankfurtê doktoraya xwe wergirt û ji 2009 heta 2010'an wekî Profesorê Theodor Heuss li Dibistana Nû ya Lêkolînên Civakî bû. Berhemên wî yên girîng Adorno û Teoriya Rexneyî û Piştgirî: Ji Dostaniya Sivîl ber bi Civaka Hiqûqî ya Cîhanî ve û ew di warên teoriya rexneyî ya hemdem û zanistên civakî yên hiqûqî de zanyarekî navdar e.