Tedawiya Huseyîn Aykol didome 2025-12-22 16:21:55   ENQERE - Di rewşa tenduristiyê ya rojnameger Huseyîn Aykol de ku zêdetirî du meh in di beşa çavdêriya awarte de tê tedawîkirin, tu guhertin nînin.    Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol a li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê berdewam e. Di 14’ê Cotmehê de xwîn çûbû ser mejiyê Aykol û rakiribûn nexweşxneyê. Li nexweşxaneyê jî sê caran xwîn çû ser mejiyê wî û ev du meh û heşt roj in di beşa çavdêriya awarte de tê tedawîkirin.    Bijîşkan, got ku di rewşa tenduristiyê ya Aykol de tu guhertin nînin û tedawiya wî bi antîbiyotîkan didome.