Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ 2025-12-23 13:23:16 AMED - Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û DBP'ê û Xwendekarên Azad ên Zanîngeha Dîcleyê bi daxuyaniyekê banga beşdarya mitînga “Hêvî û Azadiyê” kirin û wiha gotin: “Mafê hêviyê ne tenê prensîbeke hiqûqî ye; di şexsê Rêber Apo de îfadeya daxwaza civakan a ji bo çareseriya aştiyane, edalet û demokrasiyê ye. Werin em bi hev re dengê azadiyê bilind bikin.”   Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê bi dirûşma “Hêvî û Azadiyê” roja 4ê Çile dê mitîng li dar bixe. Mitîng, dê saet di 13.00ê de li Qada Îstasyonê ya Amedê were lidarxistin. Di mitîngê de dê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê xwestin.   Di mitîngê de dê Veysî Aktaş, Çetîn Arkaş ku li Zindana Îmraliyê li cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mabûn, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata û siyasetmedara Kurd Leyla Zana biaxivin.   Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û DBPê û Xwendekarên Azad ên Zanîngeha Dîcleyê têkildarî mitîngê daxuyaniya çapemeniyê da. Daxuyanî li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê pêk hat. Endamên Mecîsa Ciwanan a DEM Partiyê û Xwendekarên Azad ên Zanîngeha Dîcleyê tev li daxuyaniyê bûn.   Metna Kurdî ya daxuyaniyê endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Bêrîvan Kocaoglû xwend. Metna bi Tirkî jî Diyar Soyal xwend.   Metna daxuyaniyê bi vî rengî ye:   “Gelê me yê hêja, Ciwanên welatparêz û Kedkarên çapemeniya azad!   Em îro li vir ne ji bo bêdengiyê, ji bo gotinê; ne ji bo tirsê, ji bo wêrekiyê; ne ji bo teslîmiyetê, ji bo dengê vîna azad hatin cem hev. Em bi wê daneheviya ku bi salan e bi têkoşîna Rêber Apo ya ji bo aştî, çareseriya demokratîk û jiyana wekhev a gelan hatiye afirandin, bangawaziya ji bo aştî û civaka demokratîk a ku di 27’ê Sibatê de hatibû kirin xwedî lê derdikevin. Em ji vir tînin ziman ku ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk, gava herî bingehîn a ku divê were avêtin, bichanîna mafê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.   Lewre Cîhan, demeke dirêj e di nava qeyran û aloziyên komkirî re derbas dibe: newekheviya aborî ya kûr ango xizanî, polîtîkayên şer, pêlên koçberiyê, talana ser xwezayê… Di Rojhilata Navîn de qeyran hê girantir e: lewre vîna gelan tune tê hesibandin, daxwazên demokratîk ji aliyê dewletan ve têne tepisandin, bêpêşerojî û bêewlehî li ser ciwanan tê ferzkirin. Ev tabloya tarî tenê tiştekî ji me re dibêje: Pergalên ku li ser pevçûn û înkarê hatine avakirin, jiyanê pêşve nabin; jiyanê teng dikin.   Tam jî ji ber vê, ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî, îro ji her demê bêtir hewcedariya me bi siyaseta demokratîk heye. Wekî ku Rêber Apo ji sala 1993yan û vir ve bi israr dibêje; çareseriya mayînde tenê bi vî rengî pêkan e: Divê gel hevdu înkar nekin, nasname bi hemwelatiya wekhev werin naskirin û axaftin û muzakere bibe bingehê çareskirina pirsgirêkan. Îro, hişmendiyek heye ku dixwaze peyva ‘aştiyê’ wekî sûcekî nîşan bide. Li dijî vê, parastina vîna jiyana hevpar a gelan, erka me ya herî bingehîn û demokratîk e.   Lê mixabin, ev vîn ne tenê bi zextên hundirîn, lê belê bi dînamîk û polîtîkayên hêzên navneteweyî jî tê dorpêçkirin. Bi Polîtîkayên tecrîd û îzolasyonê yên ku di bin navê ‘ewlehiyê’ de tên meşandin; dixwazin rêyên siyaseta demokratîk bigirin, aştiya civakî dereng bixin û daxwazên gelan ji holê winda bikin. Ev dorpêça siyasî ya navneteweyî, ne xizmeta aştiyê, lê xizmeta aloziyê dike. Bi vî rengî qada siyaseta demokratîk teng dibe, îhtîmala aştiyê tê paşxistin û daxwazên gelan di nav ‘krîzên birêvebirî’ de tên asêkirin. Li hemberî vê jî, Rêbertiyek ku 27 sal in li dijî tecrîdê paşve gav neavêtiye û gelê Kurd ê ku dev ji têkoşîna azadiyê bernade, hêviya azadiyê ya mirovahiyê mezin dikin.   Lewre ‘hêvî’ ne hestekî razber e; mafê gelekî ye ku li ser paşeroja xwe gotinê bêje. ‘Mafê hêviyê’ ne tenê prensîbeke hiqûqî ye; di şexsê Rêber Apo de îfadeya daxwaza civakan a ji bo çareseriya aştiyane, edalet û demokrasiyê ye; avakirina civakîbûneke birêxistinkirî ye ku dê jiyanê ji nû ve ava bike. Em ê li dijî polîtîkayên zext û înkarê; li tax, dibistan, kampus û kargehan, ango di her qada jiyanê de birêxistinkirina torên piştgiriyê, meclîsên ciwanan, qadên xebatê yên kolektîf û komînên ekolojîk, jinparêz û azadîxwaz, vîna gelan bidin naskirin, dawî li rejîmên ceza û tecrîdê bînin û têkoşîna azadiyê mezin bikin.   Jiyana komunal tê wateya parvekirin, piştgirî û bi hev re avakirinê. Dînamîzma ciwanan tam li vir dest pê dike: Ji ber ku meşa ciwanan, meşa ber bi azadiyê ve ye, birêxistinkirina azadiyê ye. Li dibistanan, li kampusan, li taxan û li kargehan; em ê li her derê bên cem hev, li ser bingeha hevaltiya komînalîst birêxistin bibin û jiyana demokratîk, jinparêz û ekolojîk ava bikin.   Bi perspektîfa ‘heta jin azad nebe civak azad nabe’, em ê li her qada jiyanê li ser bingeha îdeolojiya rizgariya jinê birêxistin bibin. Em ê reng, deng û çalakiya jinê bikin bingeha birêxistinkirina civakî. Ji bo pêşxistina civakeke demokratîk ku tê de jin biryarê didin û jiyanê bi hev re ava dikin; ku ne tundî lê wekhevî, ne talan lê hevsengiya ekolojîk lê mezin dibe, em ê li her derê birêxistin bibin û rêya çareseriyê vekin. Ji ber vê yekê, em ê di 4’ê Meha Rêbendanê(ÇILE) de li Amedê di mîtînga ‘Hêvî û Azadî’yê de bên cem hev û bi perspektîfa aştiyê û civaka demokratîk, israra xwe ya di têkoşîna azadiyê de mezin bikin. Em ê azadiya Rêber Apo ya fizîkî biqêrin. Lewre Têkoşîna azadiyê ya ku bi pêşengiya Rêber Apo hatî destpêkirin, ji bo hemû gelan bûye hêviya jiyanê. Ev hêvî ji Amedê heta Meksîkayê, ji Rojava heta Diyasporayê bûye ronahiya azadiyê û rastî girtiye/bûye heqîqet.   Di serî de em bang li jinên ciwan, ciwanan û hemû gelê xwe dikin; werin em di mîtînga ‘Hêvî û Azadî’yê de vê heqîqetê biqêrin. Werin, em bi hev re dengê azadiyê bilind bikin!”