Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe 2025-12-25 15:33:01   ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Sûriye û Kurdan rexne kir û got ku divê Tirkiye guftûgo û muzakereyê esas bigire û bi roleke çêker rabe.    Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ku duh hat kirin û geşedanên di rojevê de li navenda giştî daxuyanî da.    Ayşegul Doganê ji ewil bal kişand ser xizanî û hejariya li welat û got sedema vê nebûna wekhevî û edaletê ye. Ayşegul Doganê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn jî da.    ‘EM LI SER QONAXA DUYEMÎN AXIVÎN’   Bi domdarî Ayşegul Doganê bal kişand ser pêvajoyê û got ku wan qonaxa ewil derbas kirine û MYK’a wan jî li ser qonaxa duyemîn axiviye. Ayşegul Doganê got qonaxa duyemîn ji bo partiya wan tê wateya verastkirinên qanûnî û xurtkirina zemîna siyasî ya bi hiqûqê. Ayşegul Doganê, got ku pêvajo tevî êrişan û bi leza tê xwestin nebe jî didome. Ayşegul Doganê, diyar kir ku civak li benda verasetkirinên hiqûqî û avêtina gavan e.    ‘DIVÊ QANÛNÊN PÊWÎST BÊN ÇÊKIRIN’   Di berdewamê de Ayşegul Doganê bal kişand ser raporên partiyan û got ew hinek raporan kêm dibînin û divê ev kêmasî di rapora hevpar de bên temamkirin. Ayşegul Doganê anî ziman ku divê xala hevpar a hemû partiyên siyasî, verastkirinên qanûnî bin û bêyî şertan bên ser maseyê.    PÊNASEYA RAST DÊ ÇARESERIYA RAST BI XWE RE BÎNE    Ayşegul Doganê bi lêv kir ku komîsyon bi tena serê xwe nikare pirsgirêka Kurd û demokrasiyê çareser bike lê dikare qenalên çareseriyê ava bike û got: “Dikare têklîfeke hevpar bike. Û dikare vê peymana civakî jî li Meclisê veguherîne mesaiya aştiyê. Divê verastkirinên qanûnî yên ku çekan bi temamî ji dewrê derdixin û mayinde dikin bên amadekirin. Di vir de divê rêgeza wekheviyê ehbe. Hin partiyên siyasî têgeha pirsgirêka Kurd bi kar ne anîne. Lê pirsgirêk zelal e. Pirsgirêka Kurd e. Dema pirsgirêkê rast pênase nekî, nikarî çareseriyeke rast jî pêş bixî.”    ‘DIVÊ MICID NÊZ BIBIN’   Ayşegul Doganê, anî ziman ku hewcehî bi avêtina gavên baweriyê didin civakê heye, ev berpirsyartiya hemû partiyan e û divê tevek jî micid nêz bibin. Ayşegul Doganê destnîşan kir ku meseleya behsa xeberê 86 milyon hemwelatiyan eleqedar dike û her kes dixwaze edalet bêyî cihêkarî were kirin bê cîbicîkirin.    GEŞEDANÊN LI SÛRIYEYÊ   Ji bo geşedanên li Sûriyeyê jî Ayşegul Doganê têkildarî geşedanên li Sûriyeyê jî bi lêv kir ku divê rêbaza guftûgo û muzakereyan esas were girtin û got: “Guftûgoya di navera HSD û Şamê de, di heman demê de guftûgoya bi Tirkiyeyê re ye. Pirsgirêk ne bi gefan, bi axaftinê dikarin bên çareserkirin. Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe. Divê çareseriyeke li gorî sosyolojiya Sûriyeyê were pêşxistin. Pêşketina pêvajoya muzakereyên demokratîk dê bandoreke erênî li hemû Rojhilata Navîn bike.”    LEYLA ZANA BI ZANEBÛN HEDEF HAT GIRTIN   Têkildarî hedefgirtina siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê de jî Ayşegul Doganê anî ziman ku Leyla Zana ji ber nasnameya xwe ya jin û Kurdîtiyê hedef hatiye girtin û weke êrişeke li dijî hemû Kurdan nirxand.    Li ser pirsa têkildarî axaftina Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz ku digot “Çar xalên ewil ên destûra bingehîn xeta me ya sor e” jî Ayşegul Doganê got ku li şûna “xetên sor” divê her kes bi tiştên dikare bibin bên ser maseyê.