Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin 2025-12-27 14:40:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li pênc bajaran ji bo kesên di binçavan de hatin windakirin û cezakirina kiryarên wan edalet xwestin.    Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çalakiyên xwe yên heftane yên ji bo eşkerekirina aqûbeta kesên di binçavan de hatine windakirin û darizandina kiryarên wan, domandin.   AMED   Malbatên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 881'emîn a çalakiya xwe ya li Parka Koşûyolûyê de, li aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê di 26'ê Kanûna 1997'an de li Amedê hat windakirin pirsîn.   Çalakî, li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê bi rêzgirtinê dest pê kir. Pankarta “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" hat vekirin. Parazvanên mafên mirovan li vir kom bûn û li aqûbeta windayan pirsîn. Serokê Şaxa ÎHD'ê Ercan Yilmaz, ewil 34 gundiyên Roboskiyê ku di 28'ê Kanûna 2011'an de hatin kuştin bibîr anî û xwest edalet cihê xwe bibîne.    Piştre Mizgîn Ozdemîr çîroka kalikê xwe Mehmet Ozdemîr ku hatiye windakirin xwend û xwest hestî û gora kalikê wê bê dîtin û hesap ji kujeran bê pirsîn.    ÊLIH   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windayan li Elihê çalakiya xwe ya li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê di hefteya 717'an de berdewam kirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta darizandina kiryarên komkujiya Roboskiyê ku di 22'yê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskiyê yê navçeya Qileban a Şirnexê 34 kes bi balafirên dewleta Tirk hatin qetilkirin, hat pirsin.   Endamê ÎHD'ê Huseyîn Elçî çîroka 34 qurbaniyan vegot. Elçî diyar kir ku ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk ve çar bombe li ser gundiyên ku ji sînorê Iraqê derbas dibûn hatine reşandin û got: "Kom ji 38 gundiyan pêk dihat, di nav wan de zarok jî hebûn û herî kêm 50 hêstir hebûn. Di encama bombebaranê de 34 kesan jiyana xwe ji dest dan. 19 ji wan kesên ku mirin di bin 18 saliyê de bûn. Ji nîvê zêdetir kesên ku mirin ji malbata Encu bûn."   Elçî bal kişand ser doza komkujiyê û got ku divê kujerên her 34 welatiyan bên dîtin û darizandin û cezakirin.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    COLEMÊRG   Şaxa ÎHD a Colemêrgê û xizmên windayan ji bo hefteya 207'emîn a çalakiya xwe li Kolana Hunerê ya navçeya Gever ya Colemêrgê kom bûn. Di çalakiyê de ku pankartek bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin,wêneyên kesên ku di dema binçavkirinê de hatine windakirin hatin hilgirtin. Vê hefteyê, xizmên windayan daxwaza hesabpirsînê ji kiryarên kuştina Hasan Ateş kirin ku di sala 1994'an de di serdegirtina malê de hat binçavkirin û qetilkirin.   Daxuyaniya metnê ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD a Colemêrgê Sibel Çaprazê ve hat xwendin. Çaprazê destnîşan kir ku têkoşîna malbata Ateş a ji bo zarokê xwe yê li ber çavê cîhanê aht qetilkirin, bi biryarên bêhiqûqî yên darazê hatiye astengkirin û got ku lê dê têkoşîna wan a ji bo aqûbeta Hasan Ateş bidome û ew ê tim doza darizandina kiryarên wî bikin.    RIHA   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Rihayê 64'emîn çalakiya xwe ya heftane li ber Navenda Kirrûbirrê ya Novada Parkê bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li dar xist. Beşdaran wêneyên windayan hilgirtin.   Vê hefteyê, ji bo Fethi Yildirim ku li navçeya Wêranşar a Rihayê winda bû, edalet hat xwestin. Hevserokê Şaxa ÎHD ya Rihayê Baver Gul daxuyaniya çapemeniyê xwend û got: "64 hefte ne, em têkoşîna herî dirêj a ji bo heqîqet û edaletê li van axan didomînin da ku balê bikişînin ser rastiya windakirinên bi zorê û polîtîkayên înkar û bêcezatiyê. Îro, em careke din radigihînin ku me hezkiriyên xwe yên di binçavan de ji bîr nekirine, em ê nehêlin ew werin jibîrkirin û em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin."   Gul got: "Wekî malbatên kesên ku bi zorê hatine windakirin, em dipirsin, hezkiriyên me li ku ne? Em bi destnîşan dikin ku windabûn ne tenê ji bo kesên ku winda dibin trawmayek e, di heman demê de trawmayek e ku jiyana kesên ku li dû xwe hiştine tarî dike û bi nifşan berdewam dike; ev sûc nikare têkeve ber demboriyê."   Daxuyanî piştî xwendina çîroka Fethi Yildirim ku 31 sal berê hat windakirin, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   ÎZMÎR   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê li ber avahiya kevn a Sumerbankê ya li Konakê çalakiya xwe ya du hefteyî domand û li ser çarenûsa kesên ku di binçavan de winda bûne daxwaza edaletê kir. Pankartên bi nivîsên "Winda diyar in, kiryar li ku ne?" û "Winda meseleya wijdanê ne, ji bo wan rabin ser pêyan" hatin daliqandin. Rêvebera şaxa ÎHD ya Îzmîrê Nazli Turanê vê hefteyê bal kişand ser doza Veysel Guney ê 24 salî ku di 28'ê Kanûna 1980'yî de piştî darizandina li Edeneyê hat îdamkirin û cihê veşartina wî hîn jî nayê zanîn.   Nazli Tûranê bilêv kir ku malbata Guney û hevalên wî bi salan ji bo cihê gora Guney têkoşiyane, lê dîsa jî cihê gora wî nehatiye hînkirin. Nazli Tûranê bang kir ku cihê gora Guney bê eşkerekirin.