Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin 2025-12-29 10:41:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Li zozanên Lolanê ya ser bajarokê Sîdekanê, ji ber barîna berfê agahî ji 21 kesan nayê girtin.  Li seranserî bajarên Kurdistanê berfeke zêde dibare. Hat zanîn ku ji duh êvarê heta niha li zozanên Lolanê yên navçeya Sîdekan a Hewlêrê ya Herêma Federe ya Kurdistanê berf dibare û barîna berfê hêj jî berdewam e. Li gorî nûçeya Rojnewsê; li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayên girtin.   Tê gotin ku 13 kes ji wan xelkê rojhilatê Kurdistanê ne û yên din jî xelkê Başûr in.  Der barê nasnameya welatiyên winda de tu agahî nehatin bidestxistin. Tê gotin ku dibe koçer an jî geştiyar bin.    Li herêmê ji ber barîna berfê rêyên gelek gundan hatine girtin.