Şandeya Îmraliyê nivîskarê Halk TV'yê Ergan derewand 2025-10-10 13:14:22   ENQERE - Şandeya Îmralilyê ya DEM Partiyê, îdiaya nivîskarê Halk TV'yê Ugur Ergan ku digot “Tehliyeya Demîrtaş ji aliyê Ocalan ve hatiye astengkirin” derewand û destnîşan kir ku ev îdia spekulasyon e.   Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), îdiaya nivîskasrê Halktv.com.tr'ê Ugur Ergan ku digot “Tehliyeya Demîrtaş ji aliyê Ocalan ve hatiye astengkirin” derewand û got: "Ev îdiayên ku ji bo rêzdar Abdullah Ocalan tên kirin ne rast in. Di hevdîtinên me yên bi rêzdar Ocalan re tu carî nirxandineke wiha nehatiye kirin.”   Daxuyaniya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê wiha ye: “Îdiaya nivîskarê Halktv.com.tr'ê Ugur Ergan ku digot ‘Tehliyeya Demîrtaş ji aliyê Ocalan ve hatiye astengkirin’ ne rast e. Ji destpêka pêvajoyê heya niha gelek îdiayên wiha bi meqsed hatin kirin, bi domdarî spekulasyonên ne rast tên kirin. Xuyaye ku dê ev yek tu feydeya wê negihîje Pêvajoya Aştî û Demokrasiyê ya heyî.   Îtiraza Wezareta Dadê ya ji bo biryara DMME’yê ya sê roj berê jî nîşan dide ku desthilat hiqûqê wek amûrek bikar tîne û girtina rêzdar Demîrtaş û hevalên me yên ji Doza Kobanê bi awayeke bêhiqûqî ye û Ugur Ergan jî dizane ku ev ne di berpirsiyariya DEM Partî û rêzdar Ocalan de ye.   Serbestberdana Demîrtaş, Yuksekdag û girtiyên din ên siyasî şertek xwezayî ya biryarên DMME, Destûra Bingehîn, hiqûqa demokratîk û prensîbên siyasî ye. Berevajî tiştê ku di gotarê de tê îdîakirin, rêzdar Ocalan gelek caran ev pêwîstî aniye ziman.   Em wek Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, em kesên ku xwedî vê nêzîkatiya bimeqsed in vedixwînin ku dev ji hewldanên xwe yên spekulatîf berdin û ji bo aştiya welêt û feydeya welatiyên wê bixebitin.”