Li Wanê çalakiya denbêjiyê hate lidarxistin
Şaredariya Tûşbayê, li malên dîrokî yên Wanê bi jinan re civiya û çalakiya dengbêjiyê li dar xist.
- 16:21
Serdana Şandeya Dayikên Aştiyê ya Partiya Gelecekê bi dawî bû
Serdana Şandeyek ji Meclisa Dayikên Aştiyê ya Partiya Gelecekê bi dawî bû.
- 16:06
Der heqê kesên di Doza JÎTEM’ê de biryara ‘demborînê’ dan serlêdana sûc kir
Der heqê Serokwekîlê 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind û endamên wê de ku ji bo Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê biryara “demborînê” dabûn, serlêdana sûc hate kirin.
- 16:05
Bertek nîşanî qedexekirina ‘weazê bi Kurdî’ dan: Mîmber ne cihê qedexayan, dengê yekitiyê ye
Têkildarî biryara qedexekirina weazên bi Kurdî ya Miftîtiya Giyadînê daxuyanî hatin dayin û wiha hate gotin: “Mîmber ne cihê qedexeyan, cihê heqîqet û dengê yekitiyê ye.”
- 15:34
Şandeya Dayikên Aştiyê serdana Partiya Gelecekê kir
Şandeyek ji Meclisa Dayikên Aştiyê serdana Partiya Gelecekê kir û bi Serokê Giştî Ahmet Davutoglû re civiya.
- 14:59
Dadgeha Kargeriya Bilind projeya GES’ê ya li gundê Êzidiyan erê kir
Dadgeha Kargeriya Bilind projeya GES’ê ya li gundê Bacinê yê Midyadê ku lê Êzidî dijîn, erê kir.
- 14:56
Dayikên Aştiyê laçika spî diyarî CHP’iyan kir
Dayikên Aştiyê çûn serdana Navenda Giştî ya CHP’ê û di hevdîtinê de laçikên spî diyarî şandeya CHP’ê kir.
- 14:25
Rêya gundê Şorşwenkê 6 roj in girtî ye
Gundiyên Şorşwenkê yên ku ji ber nebûna rê 6 roj in nikarin biçin gundên xwe gotin: “Her carê soz hatin dayîn lê tu gavên şênber nehatin avêtin.”
- 14:12
Doza Komkujiya Pirsûsê: Di girtekan de cih nedane daxwazên hatine qebûlkirin
Di danişîna Doza Komkujiya Pirsûsê de ku bersûcên firarî tên darizandin, derket holê ku daxwazên di danişîna berê de hatibûn qebûlkirin di girtekan de cih negirtine.
- 13:59
Li Meclisê ji bo Kurdî pêşnûmeya lêkolînê hate pêşkêşkirin
Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altinê ji bo astengiyên li ser zimanê Kurdî bên lêkolînkirin pêşnûme pêşkêşî Meclisê kir.
- 13:51
Şandeya Dayikên Aştiyê serdana CHP’ê kir
Şandeyek ji Meclisa Dayikên Aştiyê serdana CHP’ê kir û bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re civiya.
- 12:48
DEM Partî dê çalakiyên ‘Ji bo aştiyê gavekê biavêje’ li dar bixe
DEM Partî dê di 16’ê Gulanê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li hemû bajaran bi dirûşma “Ji bo aştiyê gavekê biavêje” meşan li dar bixe.
- 12:34
Ji bo 5 rojnamegeran biryara beraetê hate dayin
Di danişîna 5 rojnamegerên ji ber tevlibûna bîranîna rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê bûn dihatin darizandin de biryara beraetê hate dayin.
- 11:51
Li Amedê li ser daxwaza gel 10 hezar darên gûzan hatin patromekirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li 8 navçeyan xebatên patromekirina darên gûzan ên beyanî da destpêkirin.
- 11:10
Barînên zêde dema hêkavêtinê ya mêşan dereng xist
Mêşvan Mehmet Aydin ku li navçeya Hezoyê karê xwe dike, diyar kir ku ji ber zivistana dijwar û barînên zêde yên di demsala biharê de, hêkavêtina mêşan dereng ketiye.
- 11:05
Qada sîtê ya xwezayî ji ber madenê di bin xetereyê de ye
Ji ber sewqkirina madenên şîrketa Madenvaniya Portê ya girêdayî Cengîz Holdîngê dixwaze derxîne, qada sîtê ya xwezayî û erdên çandiniyê yên li Gezînê di bin gefê de ne.
- 10:42
Darvekirinên li Îranê dê sibe li Brukselê bê protestokirin
PJAK'ê ragihand ku ji bo darvekirinên li Îranê protesto bikin dê daxuyanî bide û merasîma bibîranînê li dar bixe.
- 10:04
Îranê êrişî baregehên PAK’ê kir
Rejîma Îranê, bi dronan baregehên PAK’ê bombardiman kir.
- 09:54
Protestokirina êrişên li dijî Rojava weke sûc hate nîşandan
Bi hinceta ku tev li şînê û daxuyaniya têkildarî êrişên li dijî Rojava bûne, Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Şirnexê jî di nav de 4 kedkar ji peywirê hatin dûrxistin.
- 09:53
Di kovarên Kurdî yên destpêkê de rêwîtiya zimanê dayikê
Kovarên Kurdî yên destpêkê, veguherîna meseleya zimanê dayikê ji berbiçavbûna wê ya destpêkê heta sazûmankirina wê, bi nêzîkatiyên cuda û di çarçoveyên civakî yên cuda de, gav bi gav didin der.
- 09:48
Li Botanê dîmenên talana 5 salan texrîbata ekosîstemê derdixe holê
Li Botanê di 5 salên dawî de bi hinceta “ewlehiyê”, maden û xebatên petrolê, birîna daran û talana xwezayê berdewam dikin. Ev talana daristanan, gefa tunekirinê li jîngeha xwezayî û çavkaniyên debarê dixwe. Dîmenên darbirîna 5 salan, asta vê talanê nişan didin û hevsengiya ekolojîk a herêmê bi rîska têkçûneke jêneveger re rû bi rû dihêle.
- 09:34
34 sal in li hestiyên bavê xwe digere: Êşên me rastiya bîra civakî ne
Mehmet Ertak kurê Servet Ertak ê ku di sala 1992’yan de li Şirnexê hatibû binçavkirin û êdî agahî jê nehatibû wergirtin, got: “Êşên me rastiya bîra civakî ne. Heke li vê welatî behsa aştiyeke civakî bê kirin, divê berî her tiştî aqûbeta windayan were aşkerakirin.”
- 09:27
Ji bo projeya JES’ê serî li dadgehê dan: Bawerî, nasname û xweza tên hedefgirtin
Serokê Komîsyona Hawirdor û Bajêr a Baroya Amedê Ahmet Înan diyar kir ku ji bo betalkirina projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ya ku tê xwestin li Newala Periyê were çêkirin serî li dadgehê dane. Înan destnîşan kir ku li dijî bawerî, xweza, jiyan û nasnameyê êrişek heye.
- 09:20
Li Mûşê eleqeyek zêde ji bo kursên çand û hunerê heye
Midurê Karên Çand, Huner û Civakî yê Şaredariya Mûşê Harun Gundeş, diyar kir ku kursên di bin banê şaredariyê de hatine vekirin bi daxwaza gel in û anî ziman ku ew ji eleqeya mezin a gel pir kêfxweş in.
- 09:15