ERZÎNGAN - Danişîna doza 9 karkerên di karesaeta madenê ya Licikê de jiyana xwe ji dest dan hat lidarxistin. Parêzeran xwest dadger were guherandin û danişîn hat taloqkirin.
Di 13’ê Sibata sala 2024’an de li Madena Zêr a Çoplerê ya navçeya Licikê ya Erzînganê karesatek çêbû. Di karesatê de 9 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Danişîna 5’an a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Erzînganê hat lidarxistin. Di dozê de 5 jê girtî bi giştî 43 xebatkarên şîrketê ji sûcên “bi teqezayî bûne sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan” û “Nebizanebûn qirêjîkirina hawîrdorê” tên darizandin. Malbatên kesên di karesatê de jiyana xwe ji dest dan, wekîl, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û parêzer di danişînê de amade bûn.
BÊALÎTIYA DARAZÊ HATE BINPÊKIRIN
Danişîn, bi parastina parêzer Umît Altaş ku miwekîlê wî Ugur Yildiz di karesatê de jiyana xwe ji dest dabû dest pê kir. Altaş, anî ziman ku serokê dadgehê Yavuz Ozcan rêgeza bêalîtiya darazê binpê kiriye û wêneyê serokê dadgehê yê bi Wekîlê AKP’ê yê Erzînganê Suleyman Karaman re li Meclisê kişandî pêşkeşî dadgehê kir. Altaş, got ku Karaman piştî karesatê gotibû “Rewşekî zirarê dide tenduristiya gel tune ye, hewa û av paqij in.” Altaş, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Çi karê dadger tevî Serokê AKP’a Licikê bi wî re heye? Hûn çima li cem Karaman in?”
Altaş, bi bîr xist ku piştî serdana Meclisê, qedexeya derketina derveyî welat a bersûc Demîrcî hatiye rakirin û xwest dadger were guherandin û dozê bibin dadgeha jor.
Dozgerî jî di mutalaaya xwe de xwest ku daxwaza guherandina dadger bişînin dadgeha jor. Li ser vê yekê ji bo nirxandina daxwazê navber dan danişînê. Danişîn, piştî navberê domiya û beriya biryara têkildarî daxwaza guherandina dadger, bi parastinên bersûcan domiya. Piştî îfadeyên parêzerên bersûcan, di navbera malbata Yildiz û parêzeran de nîqaş derket. Ji ber rageşiyê, navberekî kin dan danişînê.
Dadgehê biryar da ku ji bo lêkolînkirina daxwazê dosya ji 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Erzînganê re bê şandin, rewşa girtî ya bersûcan bidome û danişîn taloqî 17’ê Sibatê kir.
‘DÊ LÊGERÎNA ME YA JI BO EDALETÊ BIDOME’
Malbat û parêzeran, piştî danişînê li pêşiya edliyeyê daxuyanî dan. Parêzer Altaş di daxuyaniyê de got ku ji bo berpirsyar bên darizandin ew bi şev û roj dozê dişopînin. Altaş, got ku dê lêgerîna wan a ji bo edaletê bidome.