RIHA - Endamê Meclisa ŞUTSO'yê Serhat Gerger, got: "Bi gotinên aştiyê re, di demeke kurt de li bajêr hesteke berbiçav a rihetî û bêhnvedanê dest pê kiriye. Ligel gotinên demokratîkbûn û normalîzekirinê, livûtevgera turîzmê jî dest pê kir."
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27'ê Sibatê de dest pê kir, sala xwe ya yekem temam kir. Bi vê re, "hêviya demokratîkbûnê" di aboriyê de jî atmosferek geşbîn diafirîne. Endamê Meclisa Komîteya Turîzmê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê (ŞÛTSO) Serhat Gerger got: "Bi geşbûna zimanê aştiyê re, hesteke berbiçav a rihetbûn û bêhnvedanê li bajêr bi lez dest pê kiriye. Ligel gotinên demokratîkbûn û normalîzekirinê, livûtevgera turîzmê zêde bûye. Em hîs dikin ku mirovên ji derveyî bajêr û heta ji derveyî welêt jî her ku diçe bêtir daxwaz dikin ku li herêmê betlaneyê bikin, wê biceribînin û serdana cihên nedîtî bikin, xwe ewletir û aramtir hîs bikin."

Gerger destnîşan kir ku pêşveçûna aboriya bajarekî divê ji du aliyan ve were nirxandin: "Ya yekem, bê guman, ji bilî ka mirovên li derve, li Rojavayê yan derveyî welêt çawa li herêmê dinêrin, mirovên ku li herêmê dijîn çawa li bajar û herêma xwe dinêrin jî pir girîng e. Niha, di dema şer de, ciwanên li vir bi berdewamî xeyal dikirin ku koçî Rojavayê bikin, çi ji ber bêkariyê be çi jî ji ber ku kalîteya jiyanê ne pir çêtir bû. Ango, ciwanên ku 18 salî bi pirsgirêka koçberiya ber bi Rojavayê ve rû bi rû diman, ji ber ku ew nikaribûn li vir karekî bibînin an jî ji ber ku jiyana civakî li vir dijwartir bû. Bi pêvajoya nû re, em li bendê ne ku helwdanên curbicur ên sektora karsaziyê bibînin. Bê guman, aliyê sermayeyê yê vê yekê hîn gelek gav neavêtine, lê em ji niha ve dengê wan dibihîzin. Her çend gavên normalîzekirinê hîn nehatibin bicîhanîn jî, em hîs dikin ku veberhênan dê li bajarê me ku xwedî hêzeke mezin a kar û nifûseke ciwan e, zêde bibin. Ez hêvî dikim û bawer dikim ku bi gavên bilez, rojên çêtir werin."
'JI BO KARSAZAN QADÊN EWLE'
Gerger, bal kişand ser şer û pevçûnên demdirêj ên li herêmê û got: "Tê texmînkirin ku lêçûna vî şerî 2 trîlyon dolar e. 2 trîlyon dolar hema hema wekhevî 60 projeyên GAP'ê ye. Niha, dema ku em pêşketin û bilindbûna sektora çandiniyê ya bajar û herêmê û zêdebûna asta aramiya mirovan dema ku tenê projeyeke GAP'ê temam bibe hesab dikin û dema ku em hîn jî nekarîne projeyek GAP'ê jî temam bikin ku em bawer dikin dê hêviyê bîne û her tiştî baştir bike, me pereyên 60 projeyên GAP'ê avêtin, ji şer re xerc kirin û wêran kirin. Ger îro 60 projeyên GAP'ê biqediyana, ciwanên me yên ku niha li rojavayê dijîn û mirovên me yên ku neçar man koç bikin, dê li herêma xwe jiyaneke pir bilindtir bijiyana. Ji ber vê yekê, gava yekem ew e ku mirov li herêma ku lê dijîn bimînin û bextewariya wan li vir misoger bikin. Niha, dema ku pêvajoya normalîzebûnê dest pê bike û dînamîkên ciwan ên bajêr li vir bimînin û dema ku sermayeya ji rojava bêje, 'Li vir pirsgirêkeke ewlehiyê tune. Veberhênanî niha gengaz e,' em pêşbînî dikin ku herêmên me yên pîşesaziyê yên organîzeyî dê pir zindîtir bibin."
JI BO PÊŞVEBIRINÊ PERGALA HIQÛQEKE ADIL
Gerger destnîşan kir ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de berpirsiyariyeke mezin li milê her kesî heye û got: "Rêveberiyên herêmî, jiyana karsaziyê, odeyên bazirganiyê û xelkê herêmê, ligel veberhênerên ji rojava, pir girîng in. Dema ku ez dibêjim rojava, ez behsa rojavayê Tirkiyeyê nakim. Ez difikirim ku mirovên ji deverên din ên cîhanê dê werin û li vir veberhênanê bikin. Ji ber vê yekê, em bi hêvî li benda jiyaneke pir bilindtir û herêmeke geştir in. Tişta herî girîng ji bo bidestxistina vê yekê xurtkirin û xebitandina çarçoveya hiqûqî ye. Ev jî, bi pergaleke hiqûqa adil pêkan e. Ango, heke karsaziyek li welêt sibê ji tirsa ku hemû mal û milkên wî hatine desteserkirin şiyar nebe, heke ew baweriya xwe bi pergala qanûnî bîne û bawer bike ku ew dikare her pirsgirêkek ku li vir an li welêt pê re rû bi rû dimîne bi rêyên qanûnî çareser bike, wê hingê ew bi rastî di her warî de dibe qadeke jiyanê. Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku heke pergalek were damezrandin ku edalet ku pir girîng e, were misoger kirin û rêz li hemû ol, ziman û nijadan were girtin û mafên wan werin parastin, wê hingê ev hemû tişt dê mîna bandoreke domînoyê pêk bên."
'BERPIRSIYARIYA SEREKE YA DEWLETÊ YE'
Gerger, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milê dewletê û wiha got: "Divê em li ser berpirsiyariyên dewletê biaxivin. Ango, dema ku ev pêvajoya normalîzekirinê dest pê kir, ji bo gelê Kurd pir bi qîmet e ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne, jiyana xwe bi rihetî bijî bêyî ku nasnameya xwe ya Kurd veşêre. Li vir, ji welatiyan bêtir, divê dewlet nas bike û mafan biparêze. Em vê tenê ji bo gelê Kurd nabêjin. Mînak, heke em Rihayê wekî mînak bigirin, em behsa bajarekî dikin ku şensekî jiyanê yên olên din tune . Li nêzîkê me cihekî hêja wekî Dêra Germuşê heye. Mixabin, ji ber serdestiya bajêr û têkçûna dewletê ya bi rastî nekarîna rola xwe pêk bîne, ew bi hilweşandinê re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê, ji bo ku mirovên ji ol, ziman û nijadên cuda karibin jiyana xwe bi azadî bijîn, tevahiya rol û ristê dikeve ser milê dewletê. Pêdivî ye ku ew van mafan bi destûra bi9ngehîn garantî bike. Ez bawer dikim ku divê ew vê ne wekî lutfekê, wekî mafekî bide."
Gerger bal kişand ser pêwîstiya çareserkirina tevahî ya pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane û got: "Me li Rojavayê mînaka vê yekê dît. Niha, heke hûn bi wan kesan re li wir şer bikin, hûn nikarin li vir aştiyê bikin. Em gihîştine xalekê ku me heta di xewnên xwe de jî bawer nedikir. Divê em destnîşan bikin ku hem daxuyaniyên Devlet Bahçelî û hem jî biryar û kiryarên Abdullah Ocalan hêvî û baweriya me bi pêvajoyeke normalîzekirinê zêde kirine. Niha, divê em vê yekê ji rayedarên dewletê yên ku em ê li vir serî li wan bidin re bêjin: Ger hûn êşa ku li Rojavayê tê jiyîn hîs nekin, lê tenê ji bo zarokên li Filistîn û Xezeyê biêşin, mixabin em nikarin pêş bikevin. Ew kes xizmên me ne. Ez dizanim ku divê em bawer bikin ku êşên me hevpar in. Mînak, di demên dawî de, nehat hiştin ku TIR'ên ku ji aliyê Odeya Bazirganiyê ya Amedê ve hatin şandin, sînor derbas bikin. Ev, bi rastî tiştekî pir xemgîn bû."
'EM PÊŞEROJEKE ARAM JI ZAROKÊN XWE RE BIHÊLIN'
Gerger ku got "Bi rastî jî mirov bawer nake ku herêmeke ewqas hêja bi berdewamî bi êş û azaran re rû bi rû maye" wiha pê de çû: "Ji bo ku ev aştî pêk were, divê em bi tevahiya herêmê re li hev bin. Ez bawer dikim ku divê her kes li wan çar beşên Kurdistanê, wekî ku em wan bi nav dikin, bawer bike ku ew hemû bi hev re têkildar in û êşa wan hevpar e. Me rêyeke pir baş girtiye. Em pir bi hêvî ne. Baweriya me ya ku em dikarin bi ser bikevin bi rastî zêde bûye. Em dizanin ku ew ne mîna pêvajoya aştiyê ya berê ye. Ji ber vê yekê, banga me ji her du aliyan re ji bo pêşerojek e ku mirov tê de bijîn bextewartir, aramtir û wekî ku heq dikin. Dibe ku niha temenê me çûbe. Me ew derfet ji dest da, lê em bi dil û can dixwazin ku ev pêvajo temam bibe da ku em karibin pêşerojeke aram û aştiyane ji zarokên xwe re bihêlin."
MA / Omer Akin