Ji ber şer hilberîna petrolê kêm dibe
NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî, daxuyand ku ji ber şerê li Rojhilata Navînê û ewarebûna li Tengava Hurmuzê, hilberîna petrolê ya welatên kendavê rojane herî kêm 10 milyon varîl kêm bûye.
Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA), di rapora xwe de ragihand ku şerê li Rojhilata Navînê dê piyaseya petrolê ya gerdûnî de rê li ber kêmbûneke mezin vekiriye. Li gor vê i ber şerê li Rojhilata Navînê û ewarebûna li Tengava Hurmuzê, hilberîna petrolê ya welatên kendavê rojane herî kêm 10 milyon varîl kêm bûye. Ev yek, ji nêzî 8 milyon varîl petrol û 2 milyon varîl kondensat û berên din ên petrolê pêk tê.
IEA'yê diyar kir ku bi taybetî li Qeter, Iraq, Quweyt, Emîrtiyên Ereb ên Yekbûyî û Erebistana Siûdî hilberîn pir kêm bûye.