HDP’ê rapora zemê aşkere kir: 4 hezar û 801 kesan ji ber qeyrana aborî întîxar kir
- aborî-ked
- 14:29 18/2/2021
Komîsyona Aboriyê ya HDP'ê Rapora Zemê aşkere kir û diyar kir ku piştî pergala hikûmetê ya nû 300 hezar esnafî dikanên xwe girtin û îflas kirin. Komîsyonê di raporê de anî ziman ku di 17 salên AKP'ê de 4 hezar û 801 kesan ji ber nekariye debara xwe bike întîxar kirine.