ENQERE - Rojnamevan û nivîskarê fransî Guillaume Perrier diyar kir ku çavkaniya bingehîn a tundiya li Kurdistanê zêde bûye, tecrîda li Îmraliyê ye û anî ziman ku rakirina tecrîdê jî di çareseriya pirsgirêka kurd de derbas dibe.
Komploya navnetewî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derketina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kir û di 15’ê cotmeha 1999’an de bi anîna Ocalan a Tirkiyeyê berdewam kir, kete sala 26’emîn. Abdullah Ocalan ku li dijî komployê ji bo pirsgirêka kurd di bingeheke demokratîk de çareser bike ji Sûriyeyê derket, li Girava Îmraliyê ku 25 sal in di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin ev israra xwe domand. Ji israra Abdullah Ocalan ku di seride pirsgirêka kurd ji bo gelek krîzan reçeteya çareseriyê nivîsand, bi kûrkirina konsepta şer bersiv hate dayîn.
Dewleta tirk a bi polîtîkayên şer çareseriya pirsgirêka kurd digere, ji sala 1983’yan ve di bin banê “tevgerê” de êrişên li dijî Herêma Kurdistana Federe didomîne. Ev êriş bi sala 2018’an re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku DAIŞ’a ji hemû cîhanê re gef dixwarin lê hate têk birin, hatin kirin.
Di 1’ê cotmehê de li dijî Wezareta Karên Hundir ku baregeha navendî ya şerê li dijî kurdan tê meşandin e çalakiyeke bombeyî hate lidarxistin. Piştî vê çalakiyê li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêla êrişeke nû hate destpêkirin.
Rojnamevan û nivîskarê fransî Guillaume Perrier ku geşedanên li Kurdistan, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ji nêz ve dişopîne, têkildarî neçareserkirina pirsgirêka kurd, tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê nirxandin kir.
PÎVANA HIQÛQÎ YA TECRÎDÊ
Perrier, anî ziman ku çavkaniya bingehîn a neçareserkirina pirsgirêka kurd û tundiya li herêmê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandine û wiha got: “Qanûnên Ewropayê dibêjin ku piştî girtina evqas dirêj divê bê berdan. Doza Ocalan dozeke siyasî ye û ji ber vê yekê tu aliyê wê yê hiqûqî nîne. Ocalan demekî dirêje di bin tecrîdê de ye û ev tecrîd li dijî pîvanên hiqûqa Ewropayê ne. Ji bo ku rewşa tecrîdê polîtîk e weke ku me di hilbijartinên din de jî dît, ev rewş ji aliyê hikumeta tirk ve ji bo zexta li ser dengên kurdan hate bikaranîn. Ji ber niha di hucreyekê de tê ragirtin û nahêlin kes pê re hevdîtinê bike, kes rewşa wî ya tenduristiyê û nêrîna wî ya têkildarî geşedanên siyasî ya niha nizane. Gelek kêm tiştên difikirî, dinivîsî û digot ji hucreya wî derketin.”
ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD
Perrier, bi lêv kir ku ji bo çareseriya siyasî divê dewleta tirk û tevgera kurd müzakere bikin û şer bidin sekinandin û wiha berdewam kir: “Encax hawîrdoreke wiha dê rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan pêkan bike. Ji bo ku ev çêbibe jî divê mirov destnîşan bikeku ev yek dê girêdayî biryara siyasî ya hikumeta Tirkiyeyê bê guhertin. Heke Tirkiye bi awayê qanûnî nikare nêzîk bibe gelek tiştên kêm hene. Muzakere kirin. Ji ber vê yekê ez difikirim ku her tişt an jî tecrîd girêdayî çareserkirina pirsgirêka kurd a siyasî ye.”
POLÎTÎKAYA LI DIJÎ KURDAN A SEDSALAN
Perrier, destnîşan kir ku polîtîkayên dewleta tirk ên li dijî kurdan 100 sal in didomin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema Erdogan bû desthilat di sala 2005’an de axaftinek kir û got ku pirsgirêka kurd heye û divê ev pirsgirêk bi rêyên siyasî were çareserkirin. Dema ev axaftin kir ez jî li Amedê bûm û bûm şahidê vê axaftina wî. Piştî demekê bi veguherîna netewperestiya tirk her tişt hate guherîn. Dema piştî 2014-15’an bi MHP’ê-ulkucuyan re tifaq kir polîtîkaya wî ya li dijî kurdan bi temamî hate guhertin. Li dijî vê polîtîkaya kurdan jî hate guhertin. Kevneşopiya dewleta tirk a klasik bu sedem ku mafê perwerdehiya zimanê dayikê, mafên siyasî û hemû mafên din ên kurdan asteng bike. Ji ber vê yekê dewleta tirk di polîtîkaya navxweyî de ketiye rewşeke bêçaretiyê.”
POLÎTÎKAYA EWROPAYÊ YA BÊDENGIYÊ
Perrier bal kişand ser êrişên van rojên dawî li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne û wiha lê zêde kir: “Weke ku li Rojava bi dehan lêkolînan de hate dîtin, em dikarin bêjin ku Tirkiye li ser sûîqestan sekini ye. Hema bêje her roj êrişeke hewayî çêdibe. Elbet van êrişa MÎT’a tirkî dike. MÎT bi SÎHA’yan serokên tevgera kurd, tevgera wan a sivîl, a çekdarî û jinan û hwd. hedef digire. Bi vî awayî li Rojava li herêmên kurdan ên li Iraq û Tirkiyeyê gelek aktîvîstên kurd hatin kuştin.”
Perrier, anî ziman ku Ewropa li dijî polîtîkayên şer ên li dijî kurdan bêdeng e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev bêdengî polîtîkaya wan a herêmê ya rast e. Em vê her roj dibînin. Em vê niha li Qerebaxê jî dibînin. Tişta ku ermenên li Qerebaxê dibêjin jî tam ev e. Dewleten rojavayê cîhanê ji qirqirina li herêmê re çavên xwe digirin. An ku ev tiştên tên jiyîn li herêmê ne tiştên nû ne. Ermenî û kurd ji aliyê hêzên rojavayê cîhanê ve terkî emperyalîzma tirk hatine kirin. Ev polîtîka jî didin sedem ku qenc an xerab welatên rojavayê cîhanê bi tirkiyeyê re têkiliyekê deynin. Dewleta tirk jî ji van polîtîkayên bêdengiyê yên hêzên rojavayê cîhanê sûdê digire û hewl dide li Iraqê, li bakurê Sûriyeyê kurdan biperçiqîne.”
MA / Sterk Sutcu