Cezaye hefsê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn

  • cîhan
  • 14:16 22 Cotmeh 2023
  • |
img
WAN - Li rojnameger Elahe Mohammadî û Nilûfar Hamedî ku qetilkirina Jîna Emînî ragihandibûn bi giştî 25 sal cezayê hefsê hate birîn. 
 
Dadgeha Bilind a Îranê biryara xwe ya derheqê rojnameger Elahe Mohammadî û Nilûfar Hamedî ku di 16’ê îlona 2022’yan de qetilkirina Jîna Emînî bi raya giştî re parve kiribûn de da. Şaxa 15’an a Dadgeha Şoreşê ya Îslamê ragihand ku her du rojnameger ji 3 “sûcan” sûcdar hatine dîtin. Li gorî biryarê; li Mohammadî ji ber îdiaya “hevkariya bi dewleta dijmin Amerîkayê re” 6 sal, ji ber îdiaya “li dijî ewlekariya welêt, ji bo sûcan komplo çêkiriye” 5 sal û ji ber îdiaya “li dijî Komara Îslamê xebatên propagandayê kiriye” jî salek cezayê hefsê hate birîn. 
 
Li Hamedî jî bi îdiaya “Hevkariya bi dewleta dijmin Amerîkayê re” 7 sal, ji ber îdiaya “li dijî ewlehiya welêt sûc kiriye û peymanên veşarî îmze kiriye” 5 sal, ji ber îdiaya “li dijî Komara Îslamê propaganda kiriye” salek cezayê hefsê hate birîn. Di heman demê de ceza li her du rojnamegeran hate birîn ku heta 2 salan nekarin bibin endamên tu partiyên siyasî, kom, rêxistin û komeleyan. 
 
RÊYA TEMYÎZÊ VEKIRÎ YE 
 
Hat destnîşankirin ku her du rojnameger dikarin di nava 20 rojan de li dijî biryarê îtîraz bikin.