Li ber NY’yê li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê

  • cîhan
  • 20:46 22 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ku li ber Ofîsa NY’yê ya Cenevreyê hat lidarxistin, banga mezinkirina pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" û tevlîbûna çalakiyên 25'ê Mijdarê hat kirin.
 
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Çileya 2021’ê ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevre ya Swîsreyê hatibû destpêkirin, dewam dike.
 
Çalakiya rûniştinê ya gelê Kurd a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 25’ê Çileya 2021’an ve her Çarşemê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê didome.
 
Di çalakiya vê hefteyê ya di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye", piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê, li ser navê Komîteya ji Abdullah Ocalan re Azadî Mûstafa Altûnbaş axivî.
 
Altunbaş, pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" ku di 10'ê Cotmeha 2023'an de ji aliyê dostên gelê kurd ve li ser asta cîhanê hate destpêkirin, bi bîr xist û got, "Pergala tecrîd û êşkenceyê ku 33 meh in li dijî Rêbertiya me tê meşandin, bi binpêkirina mafên bingehîn ên mirovan û hiqûqa navneteweyî her ku diçe kûrtir dibe. Saziyên wekî NY û CPT ku li gorî hiqûqa navneteweyî neçar in mafên mirovan biparêzin, li hemberî vê êşkenceya tecrîdê bêdengiya xwe didomînin. Em weke gelê Kurd divê li dijî polîtîkayên tecrîd û êşkenceyê ku di şexsê Rêber Apo de ji bo teslîmgirtina îradeya gelê Kurd tê meşandin, têkoşînê mezin bikin.”
 
Piştî Altunbaş, Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) a Cenevreyê Tuba Yilmaz di şexsê xwişkên Mîrabel de jinên bi tundiya dewlet û mêr hatine qetilkirin bi bîr anî û bangawaziya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Roja Hevgirtina û Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinê xwend. Tuba Yilmaz ji bo çalakiyên ku di 25'ê Mijdarê de bên lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
 
Piştî axaftinan girseyê bi qîrîna dirûşma "Jin, jiyan, azadî" dest bi çalakiya rûniştinê kir.