NAVENDA NÛÇEYAN – Li Meksikayê komek akademîsyen û xwendekaran li ser fikra Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, nîqaş dan meşandin.
Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” dostên kurdan li gelek navendên cîhanê, çalakiyên “Rojên Xwendina Pirstûkên Abdullah Ocalan” li dar dixin. Li bajarê Crell ê Meksîkayê komeke akademisyen û xwedekaran li ser analîzên şoreşe jinê û fikra Konfederalîzma Demokratîk yên Abdullah Ocalan, nîqaş dan meşandin.
Yên tev li komxebatê bûne ji bo xurtkirina kampanyayê jî nîqaş dan meşandin. Di dema komxebat dom dikir de dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” hat berzkirin.