Keça Sedam bi veşarî bi Şara re hevdîtin kir: Planên nû yên şer

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku keça Sedam Hisên, Raghad Sedam Hisên bi awayekî “veşarî” bi serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Şara re hevdîtin kir. Hat ragihandin ku hevdîtin bi pêşengtiya Ingilistanê û bi beşdariya Îsraîlê hatiye kirin. 

 
Malpera Fox Press ya Erebî, ragihand ku keça serokê berê ya rejîma Baasê ya Iraqê Sedam Hisên Raghad Sedam Hisên di 16’ê Çileyê de li Şamê bi Ehmed El Şera re di bin çavdêrî û kontrola Ingilistan û Urdunê de hevdîtin kirine. Di hevdîtinê de Wezîrê Karûbarên Derve û serokê îstîxbaratê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Esad Şeybanî, du karsazên Urdunî û 7 leşkerên rejîma Baas ya berê amade bûn.
 
‘ARMANC AVAKIRINA HÊZEKE MEZIN A DAIŞ’Ê YE’
 
Li gorî agahiyên ku ji civînê hatine bidest xistin, Raghad Sedam û Şara di çarçoveya plana ku ji hêla îstîxbarata Ingilistanê ve hatî pêşxistin, amadekariya avakirina hêzek mezin ji çeteyên DAIŞ’ê, “fedaiyên Sedam” û komên sunnî yên radîkal tê kirin. Armanc ew e ku van hêzan bişînin Enbarê da ku li dijî Heşdî Şebî û komên alîgirê Îranê yên li Iraqê re şer bikin.
 
CIVÎN NÊZÎ DU SAETAN DOMIYA
 
Civîna bi navê “Saeta Sifir” hat binavkirin nêzî du saetan dewam kir û wezîfe hatin diyarkirin. Her wiha di civînê de li ser pêşniyara Ingilisan û Urdunê, ji Şera hat xwestin ku baregeh û cihên fermî li dijî êrişên li ser alîgirên Raghad Sedam û Partiya Baas’ê ava bike.
 
PLANÊN NÛ 
 
Li gorî agahiyên hatine bidest xistin, di qonaxa ewil de wê 25 hezar çete bên amadekirin. Armanca vê hêzê ew e ku ji Enbarê heta rojavayê Iraqê û deşta Mûsilê belav bibe û bixe bin kontrola xwe. Veguhestina çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgehên Sûriyeyê bo Iraqê jî parçeyek vê planê ye. Tê îdîakirin ku ev herêm ji aliyê DYA’yê ve ji bo van çeteyan hatiye amadekirin.
 
ARTÊŞA IRAQÊ AMADEKARIYAN DIKE
 
Ev plan ji bo Iraqê, bi taybetî ji bo Şîeyan wekî gefeke mezin tê dîtin. Ji ber vê yekê bi leşker û rayedarên berê yên rejîma Baasê re hevdîtin tên kirin. Di rojên dawî de hin kes û endamên malbatên nêzî Sedam hatin binçavkirin. Artêşa Iraqê û Haşdî Şabî jî amadekariyan dikin.
 
Serokê Partiya Rizgariya Neteweyî ya Sûriyeyê Muhammed Muwalîd, jî civîn piştrast kir û got: “Raghad Sedam piştî hevdîtina bi Şara re, li Şamê bi şandeya Îsraîlê re hevdîtin kir.”
 
ARMANCA VÊ PLANÊ ÇI YE?
 
Ingilistan, armanc dike ku hevsengiya hêzê li herêmê biguherîne. Armanca ji nû ve vejandina Partiya Baas û DAIŞ’ê ew e ku li Iraqê şerekî navxweyî bide destpêkirin. Armanc qelskirina bandora Îranê, qelskirina komên girêdayî Îranê û têkbirina projeya Hîlala Şîe ye. Ev yek jî kontrolkirina Enbarê digire nav xwe da ku pêşî li belavbûna bandora Îranê ber bi Deryaya Spî ve bigire.
 
XETEREYA VÊ PLANÊ YA LI SER KURDAN ÇI NE?  
 
Ev plan ji bo gelê Kurd xetereyên cidî çêdike. Vejîna van hêzan tê wateya dubarekirina şert û mercên sala 2014’an. Ev plan gefê rasterast li ser Şengalê dixwe. Her wiha tê payîn ku şaneyên DAIŞ’ê li Kerkûk û Beyciyê jî vejîn bibin. Kerkûk dikare careke din di bin gefa êrişê de be. Aliyeke din a planê guhertina demografîk e. Ev dikare Kurdên ku li Kerkûk, Mexmûr, Tuzxurmatû û deverên nakokî lê hene, bixe bin xetereyeke mezin a êriş û komkujiyên mezin.
 
Li gorî çavdêrên siyasî, heke plan neyê rawestandin û tevdîrên pêwîst neyên girtin, dibe ku di hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê de bêîstîqrarî û hilweşînek cidî çêbibe.    
 
Nûçeyên Têkildar
Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundir çûn Şamê
Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundir çûn Şamê

Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji bo pîrozkirina Newrozê çûn Şamê.

Iraqê li ser Herêma Kurdistanê dest bi hinardekirina petrolê kir
Iraqê li ser Herêma Kurdistanê dest bi hinardekirina petrolê kir

Iraqê, ji ber girtina Tengava Hurmuzê ji hêla Îranê ve, li ser Herêma Federe ya Kurdistanê dest bi hinarekirina petrolê kir.

Li Qamişlo û Hesekê Newroz hat pîrozkirin
Li Qamişlo û Hesekê Newroz hat pîrozkirin

Li Hesekê û Qamişloyê agirê ewil ê Newroza 2026'an hat vêxistin.

Salih Muslim ji hêla hezaran ve hate oxirkirin
Salih Muslim ji hêla hezaran ve hate oxirkirin

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, li cem kurê xwe Şervan Muslim ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin.

Li Kobanê ji ber dorpêçê pirsgirêka tendurustiyê zêde bûye
Li Kobanê ji ber dorpêçê pirsgirêka tendurustiyê zêde bûye

Ji ber ku dorpêça li ser Kobanê bi tevahî nehatiye rakirin, gihîştina tenduristiyê zehmet dibe. Tê gotin ku heke dorpêç neyê rakirin, dê pirsgirêkên girantir rû bidin.