Îsraîlê 4 caran êrişî Bêrûdê kir
NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê, bi hinceta Hîzbullahê ji hewayê ve 4 caran êrişî paytexta Libnanê Bêrûdê kir.
Artêşa Îsraîlê, herêma Dâhiye ya paytexta Libnanê Bêrûdê bi 4 êrişên hewayî hedef girt. Piştî êrişan dengê teqînan hat bihîstin û ji gelek deverên bajêr duxan rabû.
Artêşa Îsraîlê, derpêş kir ku di êrişan de endamekî payebilind ê Hîzbullahê hedef hatiye girtin.