Rojnameger Osman Kiliç jiyana xwe ji dest da

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Osman Kiliç ku demekî dirêj bû li Hollandayê ji ber nexweşiya penceşêrê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da. 

 
Dîrektorê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Osman Kiliç ku ji salên 1990'î ve di nava karên Çapemeniya Azad de cih digirt, îro li bajarê Tiel ê Hollandayê jiyana xwe ji dest da. Kiliç, zêdetirî du sal bû ku ji ber nexweşiya penceşêra pişikê dihat tedawîkirin. 
 
OSMAN KILIÇ KÎ YE?  
 
Osman Kiliç,  di sala 1968'an de navçeya Misircê ya Sêrtê ji dayik bû û di temenekî ciwan de neçar ma ku koçî Hollandayê bike. Kiliç, di nava salên 1990'î de beşdarî karên Çapemeniya Azad bû. Kiliç li her qada karên çapemeniyê kedeke mezin da û di Med TV, Medya TV’yê de di asta damezirîner û rêveberiyê de cih girt. Kiliç wezîfeya dîrektoriya ANF’ê jî kiribû. Kiliç, ji Sibata 2024'an ve ji ber pirsgirêkên giran ên tenduristiyê dihat dermankirin. Bi giranbûna nexweşiya xwe re rakirin nexweşxaneyeke li bajarê Tielê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.