MÛŞ - Welatiyên bi navê Aygul û Metîn Aydogdu ku jiyan û baweriya xwe bi Kirmanckî berdewam dikin diyar kirin ku divê ziman di nava ciwanan de bê axaftin û gotin: “Ger zimanê me winda bibe em ê jî winda bibin.”
Erdnîgariya Kurdistanê mazûvaniyê ji reng, çand û baweriyên gelan re dike. Li gorî lêkolînên hatine kirin li Kurdistan û li Tirkiyeyê zêdetirî 40 ziman tên axaftin. Di Xala 3’yemîn a Destûra Bingehîn de yekane zimanê fermî Tirkî ye û ev yek rê li ber windabûna zimanên din vedike. Li gorî Rêxistina Perwerde, Zaninst û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) lîsteya zimanê li ber windabûnê ne wiha ye: Romanî, Ermenî ya Rojava, Hemşînî, Lazkî, Yewnaniya Pontusê, Abazakî, zaravayê Kirmanckî/Kirdkî ya Kurdî.
Polîtîkayên bişaftinê yên bi salan in li ser Kurdî berdewam dikin bû sedema neaxiftina ciwanan. Axaftina bi Kirmanckî li Erzingan, Xarpêt, Semsûr, Riha, Dêrsim, Çewlîg, Amed û Gimgimê ji aliyê nifşê kal û pîr ve tê berdewamkirin. Li herêma çiyayî ya Gimgimê Kirmanckî ji bo îbadeta Kurdên Elewî xwedî cihekî girîng e. Li Gimgimê tevî mezrayan 60 gundên Elewiyan hene û herî kêm 160 ziyaretgah hene. Welatiyên Elewî li ziyaretgehan di îbadet û jiyana xwe ya rojane de Kirmanckî bi kar tînin.
Ayşegul û Metîn Aydogdu yên ki baweriya xwe û jiyana xwe ya rojane bi Kirmanckî berdewam dikin têkildarî giringiya ziman axivîn.
‘DIVÊ CIWAN ZIMAN Û ÇANDA XWE BIDIN JIYÎN’
Ayşegul Aydogdu ya ku li gundê Badan ê Gimgimê dijî bi sewalkariyê ve mijûl e. Ayşegul Aydogdu anî ziman ku li gundê wan gelek ziyaretgeh hene û ev tişt got: “Di meha Xizir de, em diçin ser ziyaretgehan û baweriya xwe bi zimanê dijîn. Em gulbengan bi Kirmanckî didin. Ger zimanê me winda bibe dê çand û baweriya me jî dê winda bibe. Em dixwazin ciwanên me vê ziman û çandê bidin jiyîn. Divê em bi zimanê xwe bijîn û bixebitin. 15’ê Gulanê roja zimanê me ye. Kesên li gund, li bajêr û li Ewropayê bila ziman û çanda me ji bîr nekin.”
Metîn Aydogdu diyar kir ku ew di jiyana xwe de bi Kirmanckî diaxive û Kirmanckî fêrî zarokan dike û wiha axivî: “Em qîmeta zimanê xwe dizanin. Em dixwazin ciwanên me jî xwedî li zimanê me derbikeve. Em ji mezin, kal û pîrê xwe re dibêjin çîrokên Kirmanckî ji zarokan re vebêjin. Bila berê ciwan zimanên xwe fêr bibin da ku çand û baweriya xwe têbighîjin. Zarokê ku bi zimanê xwe yê dayikê bizanibe şiyana wî xurttir dibe û pêş dikeve. Divê berî zimanê dayikê bê zanîn. Em ê xwedî li zimanê xwe derbikevin. Em dixwazin zimanê me li saziyên fermî jî bê qebûlkirin. Zimanê me yê dayikê ji bo me biqîmet e. Em 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.”
MA / Can Kirbaş