Mîkaîl Aslan dê li Amedê konserê bide

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Mîkaîl Aslan, di 1’ê Hezîranê de dê li Amedê konsera gel bide.
 
Hunermend Mîkaîl Aslan, li Amedê dê li qadê ji bo gel konserê bide. Hunermend Aslan ê ku li ser hesabê xwe yê medya dijîtal daxuyanî da û diyar kir ku konsera ku di 15’ê Gulanê de li ÇandAmedê dê bihata lidarxistin ji ber Cejna Zimanê Kurdî hatiye taloqkirin. Aslan destnîşan kir ku kesên bilêt kirîne dê pereyên wan li wan bê vegerandin.
 
Aslan got wan biryar dane ku di 1’ê Hezîranê de li Qada Şêx Seîd konserê li dar bixin.
 
Aslan, diyar kir dê ji bo gel konserê bêpere bidin.