RIHA - Lêkolînerê ziman Cebraîl Vural diyar kir ku dewlet hewl dide ciwanên Kurd ji çand û zimana wan dûr bixe û got: “Em, 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî weke vejîna ziman û çanda Kurdî dibînin.”
Kongreya Neteweyî ya Kurd, di sala 2006’an de 15’ê Gulanê roja weşana kovara Hawarê ya bi pêşengtiya Celadet Elî Bedirxan a bi tîpên latînî, weke Cejna Zimanê Kurdî ragihand. 15’ê Gulanê her sal bi şahî, panel, gotûbêj û meşan tê pîrozkirin. Îsal jî li her çar parçeyên Kurdistanê bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin.
‘ZIMAN STÛNA BINGEHÎN A NETEWEYEKÊ YE’
Cebraîl Vural ku 30 salan di girtîgehê de ma û piştî berdana xwe du sal in xebatên ziman dimeşîne, îşaret bi gotina Celadet Elî Bedirxan a “Ziman, stûna bingehîn a neteweyekê ye” kir û got: “Ziman, ji ziman heta çandê, hunerê, wêjeyê, hestan û fikran, teşe dide her tiştekî neteweyekê. Ziman, hebûna kesekî ye. Biqasî tê bikaranîn dikare hebûna xwe bidomîne. Dema nehate bikaranîn, bi demê re dihele û tune dibe. Neteweya zimanê wê tune dibe, ji nasname û xwebûna xwe jî dûr dikeve û tune dibe.”
Di berdewama axaftina xwe de Vural îşaret bi dîroka zimanê Kurdî kir û wiha got: “Zimanê Kurdî li herêma Mezopotamyayê çêbû û mîna dayika hemû zimana ye. Mezopotamya, yek ji wan herêma ye ku mirovahî cara ewil lê bicih bûye. Îşaretên herî kevin ên têkildarî hebûna zimanê Kurdî de jî em dikarin li herêma Qerejdaxê bibînin. Di xebatên arkeolojîk de derket holê ku Girê Miraza yek ji ji cihên herî kevn e. Ev berhema dîrokî, xwe dispêre dîrokeke biqasî 12 hezar salan. Avadaniyên cihî û çanda wê demê nîşan dide. Kesên li vir dijiyan, bav û bapîrên Kurdan bûn. Wan jî hest, fikr û çanda xwe li ser van keviran neqiş kir. Lewma em dizanin ku zimanê Kurdî xwe dispêre dîrokeke pir kevin.”
‘JINÊN KURD MAMOSTEYÊN KURDÎ NE’
Vural, daxuyand ku tevî dîrokeke kevin a zimanê Kurdî jî ji ber hinek sedeman li pêşiya pêşketina wê astengî derketine û got: “Jiyana koçeriyê, rewşa stratejîk a herêma lê dijîn û girêdayî vê girîngdayîna ewlehiyê kir ku ziman biqasî tê xwestin pêş nekeve. Bi taybet jî di êrişan de berhemên nivîskî hatin şewitandin, hatin hilweşandin û vê jî pêşiya pêşketina zimanî girt. Di pêşxistina çand û zimanê Kurdî de û derbaskirina ziman a ji nifşên nû re, jinan pêşengtî kir. Bi rêya dengbêjî, çîrok, serpêhatî, metelok, zûgotin û hwd. ev çand û ziman hate parastin. Jinên Kurd, mamosteyên ziman, çand û hunera Kurdî ne.”
POLÎTÎKAYÊN BIŞAFTINÊ YÊN SÎSTEMATÎK
Di berdewamê de Vural bi lêv kir ku di nava 100 salên dawî yên komarê de li dijî ziman, çand û nirxên neteweyî yên Kurdan polîtîkayên bişaftinê hatin meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ewil têkiliya Kurdan a bi gundan re qut kirin. Ji ber ku Kurdî li gundan belav dibû. Gundî neçarî koçê kirin û ji zimanê wan dûr xistin. Her wiha serî li rêbazên cuda dan û jin ji ziman dûr xistin. Bi darê zorê xwendina û nivîsandina bi Tirkî hînî jinan kirin. Jinên ku axaftina bi Kurdî lê hate qedexekirin, neçar man ku bi Tirkî gel zarokên xwe biaxivin. Vê jî bişaftina heyî kûr kir.”
OTOASÎMÎLASYON
Vural, anî ziman ku biqasî polîtîkayên bişaftinê, ewqas jî otoasîmîlasyon ji bo Kurdî xetere ye û axaftina xwe wiha qedand: “Em êdî ketine halekî wisa ku ciwanên me nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Peyvên Kurdî nizanin. Bi zimanê serdest Tirkî jiyana xwe didomînin. Vê yekê ne ji ber zextê, bi dilxwazî dikin. Ji ber ku pergalê bi rêya biyoîktîdarê ev ferz kir. Dema mirovan ziman û çanda xwe bi kar anî nikare pêdiviyên xwe yên jiyanî dabîn bike. Lê dema zimanê serdestan bi kar tîne pergal pêşiya wê vedike. Ev, bandora modernîteya kapîtalîst e. Di rewşeke wiha de 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî girîng e. Em jî weke cejnekê pîroz dikin. Ji ber ku 15’ê Gulanê vejîna ziman û çanda Kurdî ye. Îsal jî dê li Kurdistanê bê pîrozkirin.”
BERNAME
14’Ê GULANÊ
SEMSÛR
* Bi pêşengtiya komeleya Ziman û Çandê ya Firatê (Firat-DER) dê daxuyanî were dayin û panel were lidarxistin. (13:00)
15’Ê GULANÊ
RIHA
* Li navçeya Curnê Reş dê Komelay Zimanê Kurdî were vekirin û şahî bê lidarxistin. (13:00/17:00)
* Ji pêşiya Komeleya Ziwan-Kurdê ya Sêweregê heta Parka Lezgo dê meş were lidarxistin û piştre daxuyanî were dayin. Piştî daxuyaniyê dê li avahiya komeleyê şahî were lidarxistin. (12:30/16:00)
* Bi pêşengtiya Komeleya Zimanê Kurdî dê li Taxa Şirnexê ya navçeya Wêranşarê şahî were lidarxistin. (14:00)
* Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê dê li Eywana Konferansê ya Tahir Elçî merasîma xelatdayînê ya Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz li dar bixe û piştre jî konserê li dar bixe. (20:00)
MELETÎ
* Bi pêşengtiya DEM Partiyê dê li Paşakoşkê daxuyanî were dayin. (12:00)
16’Ê GULANÊ
DÎLOK
* Bi pêşengtiya Komeleya Kurdîparêzê dê li avahiya DEM Partiyê ya bajar bi dirûşma “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” panel were lidarxistin. (16:00)
RIHA
* Bi pêşengtiya Komeleya Ziman û Çandê ya Zimangerê dê li Qada Topçuyê daxuyanî were dayin. (13:00)
17’Ê GULANÊ
* Ji bo mamosteyên Kurdî dê li Rihayê atolyeya ji bo 3 mehan were destpêkirin.
MA / Omer Akin