Kaçmaz: Leşkerên payebilind ji bo bazirganiyê ‘herêma ewlehiyê’ radigihînin û daran talan dikin

ŞIRNEX - Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz bal kişand ser qirkirina daran a li Şirnexê û wiha got: “Cerdevan û leşkerên payebilind bi hevkarî qirkirina daran didomînin. Di salên 90’î de bi hinceta ewlehiyê bi hezaran gundên me hatin valakirin. Leşkerên payebilind deverên ji bo birîna daran bi kêrî wan tên weke ‘herêma ewlehiyê’ radigihînin û li wir qira daran tînin.” 

 
Li herêmên Çiyayê Cûdî û Bestayê yên Şirnexê ev nêzî 2 sal in dar tên qirkirin. Qirkirina daran di bin çavdêriya leşkeran de tê kirin û ev qirkirin niha li qadên Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girêdeyincê, Şerevan, Xirtkbestê û Navyan ên herêma Bestayê bênavber didome. Darên tên birîn li TIR û kamyonan tên barkirin û vediguhêzin bajarên din. Rojane bi sedan tonên daran tên birîn û vediguhêzin bajarên din. 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz têkildarî qirkirina daran bi ajansa me re axivî. 
 
 
DI SALÊN 90’Î DE DIŞEWITANDIN Û NIHA JÎ DIFIROŞIN 
 
Parlamenter Kaçmaz anî ziman ku qirkirina xwezaya herêmê ji sala 2018’an heta niha bi konsepteke cuda tê kirin û wiha got: “Ji salên 90’î heta sala 2018’an daristanên me dihatin şewitandin. Ev şewat di çarçoveya polîtîkaya leşkerî de bi zanebûn dihatin derxistin. Lê ji sala 2018’an ve ev konsept guherandin û niha daristanên me tên birîn. Ji ewil bi mebesta derdora kalekol û rêyên ewlekariyê dar dihatin birîn. Lê niha darên li tevahiya herêmê tên birîn. Gelek dîmenên vê qirkirinê derketin holê. Her roj bi dehan TIR’ên daran ji herêma me ber bi bajarên din ve tên veguhestin.”
 
‘JI EWIL MIROV DERXISTIN’ 
 
Bi domdarî Kaçmaz diyar kir ku piştî sala 2018’an, herêmên bidar ên Cûdî û Gabarê bênavber hatin talankirin û wiha domand: “Di salên 90’î de şêniyên me ji wê herêmê bi hinceta ‘ewlehiyê’ derxistin. Di vê çarçoveyê de 4 hezar û 500 gundên me hatin şewitandin û valakirin. Xwestin herêmê ji mirovan xalî bikin. Lê ev polîtîka têk çû. Niha jî çav berdane darên me û bi hinceta ‘ewlehiyê’ dibirin. Dixwazin herêmê bi tevahî bêdar bihêlin. Herêm bi kanên madenan û kalekolan tê tunekirin. Dixwazin wisa bi vê herêmê bikin ku kesek êdî nekare lê bijî.” 
 
ÎDIAYA KU ŞIRÎKÊN CERDEVANAN LEŞKERÊN PAYEBILINDIN 
 
Di berdewamê de Kaçmaz ev agahî parve kir: “Li gorî agahiyên ji wê herêmê ketine destê me; talankirina daran a li herêmê bi îdiaya ‘ewlehiyê’ dest pê kiriye û niha jî veguheriye rantê. Cerdevan û leşkerên payebilind niha di nava hevkariyê de ne. Li gorî agahiyan, ji bo ku darên li ser erdê xelkê herêmê yên tapokirî bibirin, zextê li gel dikin. Ji gel re dibêjin; ‘An hûn dê bibirin an jî em ê bibirin.’ Welatiyekî ku zext lê hatiye kirin xwe gihande me û got ku wî ev yek qebûl nekiriye. Me li ser vê mijarê lêkolîn kir û xuya bû ku rayedarên îstîxbaratê li ser vê deverê raporek amade kiriye. Di raporê de cihê wî şêniyê herêmê weke herêma ‘ewlehiyê’ hatiye destnîşankirin. Bi vê sedemê jî biryara birîna daran hatiye dayîn. Lê welatî dibêje ku tu eleqeya erdê wî bi herêma ‘ewlehiyê’ nîne. Li gorî îdiayê; leşkerekî payebilind ê ku şirîkê vê talankirina daran e, herêmên Cûdî, Besta û Gabarê yên ku ji bo birîna daran bi kêrî wan tên weke herêma ‘ewlehiyê’ radigihîne û talana daran pêk tîne.” 
 
‘BÊDENGÎ HEYE’
 
Parlamenter Kaçmaz bi lê kir ku meqamên fermî têkildarî talana daran a li herêmê dibêjin ‘kêmkirina qadên daristanê’ û wiha qedand: “Weke ku di dîmenan de jî tê dîtin, dar ji rihê ve tên birîn. Ji bo ku êdî şîn nebin vê yekê dikin. Ji bo bazirganiyê van daran dişînin herêmên din. Her darek ji bo mirovahiyê bêhnek e. Dixwazin gelê me bê bêhn bihêlin. Divê bertekên hişk bên nîşandan. Divê hemû kes li dijî vê talanê derkeve. Me bi dehan caran ev talan xist rojeva Meclisê. Lê dema mijara behsa xeberê bû erdnîgariya kurdan, hemû kes xwe li bêdengiyê didane. Em niha bi rêxistinên civaka sivîl ên li bajar re hevdîtinan dikin. Divê tevahiya xelkê Şirnexê li dijî vê talanê têbikoşe.”