DÊRSIM - Parêzer Bariş Yildirim bal kişand ser projeyên madene yên ekosîstema Dêrsim û Çewligê ku di Hewzeya Firatê de ne tune bikin û wiha got: “Çavkaniyên ava paqij diqedin. Têkoşîna ekolojiye, têkoşîna mafê jiyanê ye. Divê weke têkoşîna herêmekê neyê fêmkirin.”
Erdnîgariya Dêrsimê ku ji aliyê cureyên giya û jiyana kuvî ve li herêmê herî dewlemend e, bi hilweşandina ekolojîk re rûbirû ye. Di sala 2019’an de li bajêr ji bo 43 hezar 500 hektar qadê ruhseta madene hate dayîn. Di encama têkoşîna ekolojîstan hinek hatibin betalkirin jî gefên heyî hêj berdewam dikin. Parêzer Bariş Yildirim ku bi salane li dijî bendav û Santralên Hîdroelektrîk (HES) bi dozên vekirine têkoşîna hiqûqê dide, diyar kir ku li Hewzeya Mûnzûrê li qadeke ku ji 43 hezar 080,87 hektarê pêk tê projeyên zêr, sifir û zîv tên birêvebirin.
XWEDIYÊ EKOSÎSTEMEKE DEWLEMEND E
Yildirim, destnîşan kir ku Dêrsim bi awayê ekolojîk xwediyê qadeke girîng e û da zanîn ku Dêrsim di serî de Hewzeya Mûnzûrê gelek ekosîsteman di nava xwe de dihewîne. Li gorî xebatên li bajêr tên kirin nêzî 2 hezar cureyên giyayan hene û ji sedî 20’î van endemik in. Yildirim, bal kişand ku li Dêrsimê ji Holandayê zêdetir cureyên giyayan hene.
145 PROJEYÊN MADENÊ
Yildirim, destnîşan kir ku qadeke ekolojîk ya girîng bi hilweşînê re rûbirû ye û wiha got: “Qadeke evqas girîng ku ekosîstemeke weke daristan, çem, mêrg, ber, dest di nava xwe de dihewîne, diviya bû di Lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê de cih girtibûya, mixabin li qadê 145 projeyên madene hene.”
Yildirim, da zanîn ku pêvajoyên hiqûqî yên projeyan dişopînin û wiha berdewam kir: “Li bajarên weke Erzingan, Xarpêt, Çewlig, Semsûr û Meletiyê gelek proje hene. Mixabin ekosîstema Firatê ku ekosîstema Mûnzûrê di nav de cih digire bi awayekî giran zirarê dibine. Herî dawî li navçeya Îlîç a Erzinganê li tesîsa ku bi bikaranîna siyanur û sulfurîk asîdê zêr tê hilberandin 20 ton solusyona siyanurê tev li axê bibû. Di encama vê de hin tiştên neyînî derketin holê.”
ÇAVKANIYÊN AVÊ DIQEDIN
Yildirim, diyar kir ku li cîhanê çavkaniyên ava paqij bi tunebûnê re rûbirû ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê mixabin çemên ku paqij diherikin hema bêje tune bûne. Qada ku divê were parastin çiyayên Dêrsim, Çewlig, Erzinganê ne, ew jî mixabin tê xwestin bi projeyên madenê bên tunekirin. Ev aqil ne li gorî zanîst û wijdanê ye. Av bingeha jiyanê, ekosîstemê, hemû çerxa xwezayê ye. Heke hûn avê bi madena jehr bidin hûnê hemû jiyanê tune bikin. Ji ber vê yeke divê li dijî van projeyan helwesteke bihêztir were nişandan. Divê hemû mirovên bihestiyar, helwestekê nişan bidin.”
NEWALA PERÎ YA ÇEWLIGÊ
Yildirim ê qala rapora erênî ya ÇED’ê ku ji bo projeya Kana Madenê ya Kompleks Cevher a Zirinc-Çînko-Zîvê ku tê plankirin lê Newala Perî ya Çewligê were çêkirin kir, wiha got: “Ji xwe di Hewzeya Perî de 6 bendav, 9 projeyên HES’ê hene. Heke ev projeyên madenê jî bên çêkirin wê ev hewze bi temamî tune bibe. Em careke din destnîşan dikin, wiha berdewam bike wê ekosîstemên Firat, Mûnzûr û Periyê bi temamî tune bibin. Heta ku biryarên ÇED’ê nebin ev projeyên madenê nikarin bên birêvebirin. Em astên van projeyan dişopînin. Qasî ku biryar derkevin, em ê dibin daraza îdarî û dozan vedikin.”
‘PROJE BERDEWAMÊ QIRQIRINÊ NE’
Yildirim, bi lêv kir kuy bi projeyên ku tê xwestin pêk bînin mîrateya xwezayî û çandî ya Dêrsimê tê hedef girtin û wiha domand: “Em ê bi vê hişmendiyê heta dawiyê têbikoşin. Dêrsim qadeke ku li dijî serweran her tim çanda xwe parastiye ye. Mînakên weke Pîr Sûltan Abdal û Seyît Riza hene. Di bingeha van projeyan de nêzîkatiya berdewama qirkirina çandî û ekolojiyê heye.”
Yildirim, destnîşan kir ku gelê Dêrsimê wê heta dawiyê nirxên xwe biparêze û wiha lê zêde kir: “Wê gelê Dêrsimê li dijî her cure projeya li dijî mîrateya çandî ya bajêr heta dawiyê li ber xwe bide û têbikoşe.”
BÊYÎ KU BIBE DERENG…
Yildirim, diyar kir ku divê têkoşîna Ekolojiyê weke têkoşîna herêmekê neyê fêmkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Têkoşîna ekolojiye têkoşîna mafê jiyanê ye. Niha bifikirin ku çavkaniyên avê tune bûne. Heta av nebe jiyan jî nabe. Heke hûn van neparêzin hûn pêşeroja nifşê mirovahiyê jî tune bikin. Çawa ku hûn bertek nîşanî êrişeke li dijî laşê we tê kirin dikin divê hûn bertekê nîşanî êrişa li ser xwezayê jî bidin. Divê hemû beşên hestiyar werin cem hev xwezayê biparêzin. Bêyî ku bibe dereng divê ev yek were kirin. Li Tirkiyeyê hema bêje aveke ku paqij diherike nema. Menderesê Mezin û Biçûk, Çemê Bakir, Nilufer, Ergene hemû qirêj diherikin. Ji ber vê yeke divê em çem û herêmên xwe yên mayî biparêzin. Dema projeyeke madenê hate vê derê divê li dijî dîroka hemû mirovahiyê were nirxandin.”
MA / Eylem Akdag