Şêniyên Kuyê li dijî madenê ne: Em ê rê nedin talanê

Parve bike:

AMED - Şêniyên gundê Kuyê yê Pasûrê li dijî xebatên madenvaniyê kom bûn û gotin ku dê rê nedin talanê. 

 
Welatiyên gundê Kuyê yê navçeya Pasûrê ya Amedê, li dijî xebatên madenvaniyê ku tê payin bên destpêkirin, civiyan. Welatî, li Mala Şînê ya Hecî Kadrî Davutoglû civiyan. Gelek welatiyên ji gundên Gavgas, Arqetîn û Avdegêsê û Serokê Komîsyona Hawirdor û Bajar a Baroya Amedê Ahmet Înan jî tev li bûn. Di civînê de hate gotin ku gundê Kuyê, Tejaneya Kasorê, Pasûr, Amed û herêmêke pir berfireh bi talan û wêraniyeke mezin rû bi rû ne. Welatiyan got ku divê li dijî vê talanê bi organîzeyî û rêxistinî tevbigerin û bal kişand ser berxwedana biisrar. 
 
KARESATÊN KU DÊ RÊ LI BER VEKE  
 
Di destpêka civînê de Mele Yehya Akdenîz Qur’an xwend. Mela Yehya, anî ziman ku hewceye xwedî li xweşikiyên xwezayê derkevin. Ji şêniyan Nesîp Gultekîn jî anî ziman ku dê ji ber xebatên madenvaniyê bûyerên penceşêrê zêde bibin û avên wan jehrî bibin. 
 
Keyayê gund Zeynel Şeker jî têkildarî belgeya ji bo pêşkeşî şêniyên gund bike de agahî da û got ku xebatên madenvaniyê dê zirarê bidin erdnîgariya wan û got: “Ji bilî berxwedanê tu rêyên din nînin.” 
 
'BI BERXWEDANEKE BIISRAR DIKARE ENCAM WERE GIRTIN’   
 
Ahmet Înan jî têkildarî qonaxa hiqûqî ya xebatên madenvaniyê agahî parve kir. Înan, da zanîn ku tê plankirin xebat li ser qadeke 5 hezar donim were kirin, 4 cureyên madenan hatine tespîtkirin û ew jî zêr, sifir, hesin û hwd. in ku zirareke mezin didin xwezayê. Înan, got ku heman xebat li Hesendîn, Cixê, Zorî û Pirêjmanê jî tên meşandin û ev xebat rastî berxwedana gel hatine. Di berdewamê de Înan îşaret bi bûyerên penceşêr û karesatên hawirdorê  kir û got ku têkoşîna hiqûqî ya gelê herêmê, rêxistinên hawirdorê yên li dijî van xebatan didomin. Înan, got ku herêma behsa xeberê tejaneya avê ye, berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê Şaredariya Pasûrê û DÎSKÎ’yê, li hemberî wan şîrketên dewletê hene û heke berxwedaneke mezin were raberkirin dikarin encamekî bi dest bixin. 
 
Civîn, bi axaftinên beşdaran domiya. Hate gotin ku divê li dijî talanê bibin yek, piştevaniya hev xurt bikin û bi derdorên hestiyar re bi hev re tevbigerin.