Nifşê miha Nordzê tune dibe

Parve bike:

WAN- Miha Norduzê ku tenê li navçeya Payizavayê dijî, ji ber hişkesaliyê û lêçûnên zêde bi tunebûnê re rû bi rû ye. Kêmbûna zêbûna mihê û piştgiriya nebaş dibe sedema ku nifşê miha herêmî bi lez winda bibe.

 
Miha Norduzê ku yek ji cureyeke xwecihî ya navçeya Payizava ya bajarê Wanê ye, nifşê wê bi tunebûnê re rû bi rû ye. Miha Nordozê ya ku bi qahîmi ya xwe ya li hemberî şert û mercên dijwar ên hewayî tê nasîn, hejmara wê di salên dawî de bi berdewamî kêm dibe. Miha Norduzê ku bi lingên xwe yên dirêj, porê xwe yê qalind û şiyana xwe ya adapteyî li hember şert û mercên dijwar ên erdnîgariyê tê nasîn, berê li herêmê zêde dihat xwedîkirin, niha hejmara wê pir kêm bûyee. 
 
Mêyê Norduz, ku ji ber berhema xwe ya goşt û şîr di pîşesaziya heywandariyê ya herêmê de cihekî girîng digire, wekî cureyekî xwecihî tê zanîn ku li herêma Norduz a navçeya Payizava tê xwedîkirin. Lêbelê, ji ber kêmbûna sewalkariyê û tercîha ji bo cureyên din ên mihan hejmara vê nifşê mihê  taybet her sal kêm dibe. Ev rewş ji bo pêşeroja miha Norduz dibe sedema fikaran. Miha Norduz, ku tenê li navçeya Payizava tê dîtin, ji ber hişkesaliyê jî li herêmê êdî zêde nabe. 
 
Li gundê Demgosnî ku nifûsa wê ji 300 kesan pêk tê ku serê  her malbatekê berê 100 pez hebûn, niha ev hejmar kêm bûye. Li gund ku sewalkarî hema hema bi tevahî winda bûye, gundî êdî nikarin sewalkariyê bikin. Bi kêmbûna pez xwedîkirinê re, nijada pezê Norduz jî ber bi bi tunebûnê ve diçe. Ji gundiyan Rehîm Erdogan (30) 50 sal in bi xwedîkirina pezên Norduz debara xwe dike. Lêbelê, ji ber zêdebûna lêçûnên ka û giya  ew êdî nikare wan xwedî bike. Ji zêdetirî 100 pezên wî, 60 nikarin zêde bibin û stewr bûne. Ev cara yekem e ku rewşek wisa çêdibe.
 
JI SED MIHAN 60 NA ZÊ
 
Rehim Erdogan diyar kir ku ev bi salane miha norduzê xwedî dike û got ku di salên dawî de nifşê vê mihê kêm dibe û tune dibe. Rehim Erdogan wiha axivî: "Ev pêncî sal in em mihên Nordiz xwedî dikin. Di vî gundî de ji xeynî xwedî derketina pez tu kareke me din tune ye. Lêbelê êdî pezê me na zê û stewr bûye. Erdê me heye lê di gundê me de ava tune ye. Berf heye lêbelê av tune ye. Pezê me di demsala havînê de hemû nexweş dikevin. Ji ber van sedeman êdî nifşê miha nordizê xelas dibe. Êdî gel jî nikare xwedî bike. Ka û giya bihabû ye, şivan bihabûne. Êdî pez stewr dibe û kesek xwedî nake. Wiha biçe em jî êdî nikarîn xwedî bikin. Çimkî xwedî kirina wan pir zehmet bûye. Her tiştekî dikirîn û êdî nikarîn debara xwe bikîn. Ji ber nebûna avê û hişkesaliyê pezê me hemû nexweş dikeve. Niha nêzî 60 pezê me sterw bûne. Çend sal beriya niha wiha nebû. Di van du salên dawiyê de wiha bû. Ev sê sal in av jî tune ye. Ji ber ku êdî nikarîn xwedî jî bikîn difiroşin. Ji ber ku ber nakeve. 
 
'YÊN DESTÊ ME DE MAN JÎ DÊ TUNE BIBIN'
 
Erdogan, polîtikaya dewletê ya li ser sewalkariyê rexne kir û hişyar kir ku heke wiha bidome dê li herêmê sewalkarî bi temamî xelas bibe û got: "Dewlet jî piştgiriyê nade me. Em jî nêçar în dewlet piştgiriyê nede jî em divê ku bikin. Çimkî di gund de ji xeynî vî karî em ê çi bikin?  Pez û şirê miha nordizê başe û dewlemende. Lêbelê pez strewre û mesrefa xwe dernaxîne. Em dixwazîn ku dewlet piştgiriyê bide me. Heta niha gelek kesan ji ber bêderfetiyê pezê xwe firot. Wiha berdewam bike pezê ku heyî jî namîne." 
 
MA / Zeynep Dûrgût