WAN - Gola Keşîşê ya ku beriya 2 hezar û 800 salan ji aliyê Ûrartûyan ve li qûntara Çiyayê Erekê ji bo avdaniya çandiniyê hatibû avakirin, rûbera wê pir teng bûye û bi xetereya tunebûnê re rûbirû ye.
Qralê Ûrartûyan Rûsayê 2'yemîn, di navbera salên 685-645'an ên beriya zayînê de, ji bo avdaniya çandiniyê û dabînkirina ava herêmê, bi girtina berê çemekî biçûk Bendava Gola Keşîşê ava kir. Ev gol wekî baştirîn endezyariyê ya 2 hezar û 800 salî tê qebûlkirin. Gola Keşîşê wek projeya avdaniyê ya herî girîng a dema Ûrartûyan tê zanîn. Ev avahiya ku ji bo avdaniyê hatibû çêkirin, bi demê re wekî golek xwezayî lê hat û bû parçeyekî girîng ê herêmê. Gola Keşîşê ya li qûntara Çiyayê Erekê û li navçeya Payizavayê di bilindahiya 2 hezar û 550 metreyî de ye, bi dîroka xwe ya hezar salan ne tenê ji bo gelê herêmê, ji bo dîroka mirovahiyê jî yek ji avahiyên herî girîng ên avê ye.
Gola Keşîşê ku bi sedsalan hebûna xwe parastiye, hem bi çavkaniya xwe ya avê û hem jî bi qada jiyanê ya li dora xwe xwedî girîngiyeke mezin e. Bi taybetî ji bo cureyên çivîkan û gihayan wekî yek ji qadên herî girîng ên avî tê qebûlkirin. Lêbelê, hişkesalî û guherîna avhewayê ya salên dawî bandoreke neyînî li ser golê kir. Rûbera golê gav bi gav teng bû û niha bi xetereya tunebûnê re rûbirû ye.
KÊMBÛNA AVÊ DIYAR BÛ
Di asta ava golê de kêmbûneke berçav çêbû, carinan hin qad bi temamî ziwa bûn û bûn ax. Kêmbûna çavkaniyên yek ji sedemên girîng ên rewşa golê ye. Bi germbûna hewayê re keldûman zêde bibe û windakirina avê bêtir diyar bibe.
BARAN Û BERF TÊRÊ NAKE
Bi saya berfbarîna ku carinan zêde dibe, golê hinekî av girt. Di van deman de dorhêla golê şîn bû û jiyana xwezayî hinekî şên bû. Lê di salên dawî de ji ber kêmbarîna baran û berfê, asta avê dîsa kêm bû û rûbera golê teng dibe. Ev rewş wekî encameke krîza avhewayê tê nirxandin. Tê gotin ku ji bo çareseriya mayinde barîna xwezayî têrê nake û divê ji bo parastina çavkaniyên avê tevdîrên berfireh bên girtin.
MÎRASA DÎROKÎ DI XETEREYÊ DE YE
Gola Keşîşê ku bi hezar salan hebûna xwe domandiye, îro hem wekî mîrasekî xwezayî û hem jî wekî mîrasekî çandî di xetereyê de ye. Ger gol bi temamî ziwa bibe, ne tenê çavkaniyeke avê, di heman demê de berhemeke endezyariyê ya dîrokî jî dê winda bibe. Hişyarî tê dayîn ku ziwabûna vê golê dê ji bo golên din ên biçûk ên li Hewzeya Gola Wanê jî xetereyeke mezin biafirîne.
MA/Zeynep Durgut