Şêniyên Malê Salayê li dijî GES'ê ne: Em ê rênedin talanê
AMED - Niştecihên gundê Mala Salê ku tê xwestin projeya GES'ê lê bê çêkirin, destnîşan kirin ku dê projeya navborî qadên wan ên jiyanê tune bike û gotin ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.
Jîngeha xwezayî ya Kurdistanê ji ber santralên hîdroelektrîkê (HES), bendavan, santralên enerjiya rojê (GES), birîna daran û xebatên madenê tê wêrankirin. Welatiyan li dijî plana pargîdaniya Smart GES Enerjiyê a ji bo avakirina GES'ê li gundê Malê Salayê yê navçeya Erxeniyê ya Amedê, nerazîbûna xwe nîşan dan û ragihandin ku ew ê heta dawiyê li dijî vê projeyê li ber xwe bidin.
Niştecîhan bal kişandin ser wê yekê ku wekî çandiniyê xwedîkirina heywanan jî hatiye hedefgirtin û tê xwestin were tunekirin û diyar kirin ku ew ê li hemberî polîtîkaya koçberkirina bi darê zorê, parastina çêregehên xwe bikin.
Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ji bo avakirina GES'ê li gund, raporeke erênî ya Nirxandina Bandora li ser Jîngehê(ÇED) derxist. Di çarçoveya projeyê de, plan hatiye kirin ku 25 hezar û 376 panel û 40 înverter bên sazkirin. Her çend cihê diyarkirî wekî çêrgehê tê naskirin jî, ew dikeve nava "Astengiya Torosên Başûr a Madenê" ku herêmeke bi bedewiya xwe ya xwezayî navdar e. Ev dever ku wekî korîdoreke derbasbûnê ya ber bi herêma Serhedê ve tê zanîn, ji aliyê Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê (IUCN) ve hatiye tescîlkirin û malxiwatiya cureyên endemîk dike.
DÊ JIYANA GUND TUNE BIBE
Ji welatiyan Ezgî Borayê ji bo meşandina karê xwedîkirina heywanan ji Enqereyê vegeriyaye gund, wiha got: "Ez û hevjînê xwe sê meh berê hatin vir da ku pêşerojeke baştir ava bikin. Ew dixwazin bi avakirina santraleke enerjiya rojê li gundê me, pêşeroja me wêran bikin. Em ê rê nedin ku ev santral were avakirin. Em bi hêviyên mezin hatin vir, lê ev projeya enerjiya rojê gefê li têkbirina wan hêviyan dixwe. Em ê li hember vê yekê li ber xwe bidin; em ê bi girseyî li dijî wê derkevin. Eger em xwedî li wê axê dernekevin ku ji bav û kalên me ji me re maye, kesekî din dê vê yekê neke. Eger jiyana gundîbûnê ji holê rabe, kevneşopiyên me û ew şêwaza jiyanê jî dê pê re winda bibin. Em ê qet rê nedin ku tiştekî wiha biqewime. Wekî jineke ciwan, ez ê di rêza pêşîn a vê têkoşînê de bim."
'EM Ê LI BER XWE BIDIN'
Ramazan Kaçar diyar kir ku ev proje dê deverên wan ên jiyanê wêran bike û got: "Ez ji zaroktiya xwe ve bi xwedîkirina heywanan re mijûl dibim. Em ê rê nedin ku paşeroja me radestî 'çeteya pênc kesan' û sermayeya mezin were kirin. Berê bendavek hatibû çêkirin û zeviyên çandiniyê yên gundê me hatibûn wêrankirin. Niha jî, mêrg û çêregehên me bi projeyeke santrala enerjiya rojê tên tunekirin. Em ji bilî karê gundîtiyê tu karekî din nizanin. Em vê projeyê qebûl nakin; proje gefê li paşeroja zarokên me, gundê me û xwezayê dixwe. Çar zarokên min xwendekar in. Ez debara xwe bi xwedîkirina heywanan dikim. Bêyî xwedîkirina heywanan, dê tu vebijarkeke me nemîne. Em ê bêguman li ber vê yekê bisekinin û li ber xwe bidin."
Seyfeddin Biçer (69) diyar kir ku ew nîv sedsal e bi xwedîkirina heywanan re mijûl e û da zanîn ku avakirina Santrala Enerjiya Rojê (GES) dê cihên jiyanê yên ajalên wan ji holê rake. Biçer destnîşan kir ku çavkaniya wan a debarê ya li ser wê axa ku lê ji dayik bûne û mezin bûne, ji bo berjewendiyên sermayeyê tê radestkirin û got: "Em bimirin jî, em ê gundê xwe terk nekin."
Ahmet Erturk diyar kir ku projeya santrala enerjiya rojê wan neçarî koçberiyê dike û got: "Axa me tenê çavkaniya me ya debarê ye; tu rêyeke me ya din a bidestxistina debarê nîne. Santrala enerjiya rojê tê wateya nexweşî û talanê. Em vê yekê naxwazin. Em dixwazin li ser axa xwe bi heywanan xwe re bijîn. Ew dixwazin bi hezaran mirovan ji cih û warên wan bikin tenê ji bo ku çend kes dewlemend bibin. Em ê rê nedin vê yekê."
MA / Fethî Balaman