ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-26 09:00:12   * Rojnamevan Engîn Yûrtsever êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê nirxandin û got: “Tirkiye bi van êrişên xwe yên dawî dixwaze zemîna êrişek berfireh li dijî Garê û Qendîlê amade bike.”    * Têkildarî mirina bi guman a Meryema Hasanoglû îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de der barê çawişê pispor ê berê Tekîn Çelîk de ji sûcê “berê wê daye mirinê” ceza hat xwestin.    * Çêkirina projeya "Bendava Cizîrê" ku dê li Cizîrê li ser Çemê Dîcle bê çêkirin hat destpêkirin. Bi bendava ku ji aliyê desthilata AKP'ê ve bi salan e propagandaya wê tê kirin, wê gelek wargehên dîrokî bin avê de bimînin û her wiha bi çêkirina bendavî re dê Kurdistana Federe û Iraq bi krîzek giran a avê re rû bi rû bimînin.   * Ji Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz diyar kir ku îktîdar ji hêla bîrdoziyê ve herî zêde êrişî jinan dike û got ku wan di komxebata xwe de li ser rêbazên têkoşîna hevpar nîqaş kirine.    * Geşedanên der barê binçavkirina rêveber û mamosteyên MED-DER'ê dê bên şopandin.    * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya hevdîtinên "Nan û Dadê" de dê li Dîlokê hin hevdîtinan pêk bîne. (10.00-17.30)   * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî encamên civîna MYK'ê û geşedanên di rojevê de li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDÎ   * Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê têkildarî zextên li ser sazî û mamosteyên kurdî dê li Meydana Topçû daxuyanî bidin. (16.00)