Di îdianameya mirina bi guman de ji çawişê pispor re ceza tê xwestin 2024-09-26 09:01:28 BEDLÎS - Têkildarî mirina bi guman a Meryema Hasanoglû îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de der barê çawişê pispor ê berê Tekîn Çelîk de ji sûcê “berê wê daye mirinê” ceza hat xwestin.  Meryem Hasanoglû ya 22 salî li navçeya Norşînê ya Bedlîsê bi awayek guman jiyana xwe ji dest dabû. Hasanoglû di 2’yê gulanê de ji qata pêncan a avahiya lê dima de ket xwarê û bi awayek guman mir. Di çarçoveya lêpirsîna hatibû destpêkirin de leşkerê çawişê pispor ê berê Tekîn Çelîk ku bi mehra mele bi Meryemê re zewicîbû, hatibû binçavkirin û ji sûcê “berê wê daye mirinê” hatibû girtin. Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Norşînê ve dihat birêvebirin, amade bû. Di îdianameyê de hat xwestin ku ji heman sûcî ji 4 salan heta 10 salan cezayê hepsê li Tekîn Çelîk bê birîn.    Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Norşînê îdianame qebûl kir û danişîna ewil a dozê dê di 3’yê cotmehê de bê lidarxistin.    ÎDIANAME HAT AMADEKIRIN    Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Meryem Hasanoglû bi tundiyê re rû bi rû maye û ji ber vê yekê jî li mêvanxaneyan maye û wiha hat gotin: “Zewac ango têkiliya wan her tim şer û lêdan bûye. Jina mexdûr her tim çûye mêvanxaneyan û bi tundiyê re rû bi rû maye. Ji ber vê sedemê jî alîkariya xwedîkirinê, rehberî û mayînê wergirtiye. Dema ew çûye mala bav û dayika xwe jî ji bira-xwişka xwe re gotiye, hevjînê wê her tim gefa avêtina di pencereyê de lê xwariye.”    JI TELEFONA WÊ PEYAM HATIYE ŞANDIN    Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku telefona Meryem Hasanoglû heta kêliya bûyerê jî bi faîl Çelîk re bûye û beriya bûyerê jî peyamek xatirxwestinê ji telefonê ji bo dayika wê hatiye şandin.    DAXWAZA CEZAKIRINÊ    Di îdianameyê de balkêş e ku îfadeyên ewilî û yên duyemîn ên faîl bi nakokî ne û tê xwestin ku faîl ji 4 salan heta 10 salan bê cezakirin.    MA / Rûken Polat